Êlih- Li gundê Tilhesenê yê Kercewsê bi hatina meha Cotmehê re welatiyan dest bi kar û barên xwe yên mehserê dikin. Welatiyê bi navê Edîp Aslan ê ku bi salan e diçe mehsereyê anî ziman ku dimsa li herêma Torê çêdibe li tu devera Kurdistanê çênabe.
Li gelek deverên Kurdistanê her sal bi hatina demsala payîzê re gundî dest bi kar û xebatên mehserê dikin. Welatiyên ku salekî ked dane rezên tirî, êdî ji bo rakirin, komkirin hilberîna keda xwe tevdigerin. Helbet ji fêkiyê tirî gelek cure tişt tên çêkirin lê li herêmê Torê piranî dims, mêwîj, bastîq û benî tê çêkirin. Welatiyên gundê Tilhesenê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê jî bi hatina demsala payîzê ve ketin nava rezên xwe û dest bi komkirina tirî û danîna mehserê kirin.
Li herêmê nêzî 17 cure tirî heye
Edîp Aslan ê bi salan e li gund bi karên cotkarî û çêkirina berhemên rez re mijûl dibe, diyar kir ku li herêma torê tiriyê Mezrone gelek bi nav û deng e û wiha axivî: “Em dikarin bêjin tirî û dimsa ku li herêma Torê çêdibe li tu devera Kurdistanê çênabe. Rezekî me hebû me jimart nêzîkî 17 cure tirî têde hebûn. Li hinek deveran şaraba tiriyê reş tê çêkirin û li hin deveran jî dixin dims, lê şîraniya tiriyê Mezrone tiştekî cuda ye. Yek jê hewayê wê, yek jê tava wê û ya dinê jî ji ber ku her çar demsalan dibîne.”
‘Ked û xebateke mezin lê tê kirin’
Di berdewama axaftina xwe de Edîp Aslan da zanîn ku ew heya mehserê datînin gelek kar û baran li nava rezan dikin û derbarê xebatên xwe de ev tişt gotin: “Li nav rezan ked û xebateke mezin tê kirin. Piştre heya meha Cotmehê em disekinin û dema ji mehê çend roj diçe, em dest bi mehseran dikin. Êdî hinek diçin nava rez, diçînin, hinek jî dipelçiqînin û dikin şîre. Piştî pelçiqandinê em datînin ser agir û êdî bi saetan dikele. Di dema kelandinê de jî em bi saetan li berê disekinin û qirêja ku bi ser ruyê şîreyê dikeve, hemû tê paqijkirin. Divê kelandin baş were kirin. Ger ku zêde bikele ew dims reş dibe û dişewite. Ger kelandina dimsê ne baş be tehma xwe jî nexweş dibe, ji ber vê yekê divê her kêlî mirov lê baldar be.”
Hurgiliyên çêkirinê zêde ne
Edîp Aslan da zanîn ku çêkirina bastîq gelekî zehmet e û wiha behsa zehmetiya çêkirina bastîq kir: “Şîreya ku em ji bo dimsê dikelînin heman demê de em dikin pestîl û benî jî. Piştî ku şîre dikele em arvan têxin nava ava cemidî û berdidin nav şîreyê. Piştî ku şîreya pestîl û sicûkê gûzan amade dibe, em dest bi çêkirina wan dikin. Ev kar ji çêkirina dimsê zehmetir e. Dema bastîq hişk dibe em em dixin weke nivîştokan û çargoşe jî çêdikin. Benî jî, em destpêkê gûzên xwe li ta dikin û çend caran dixin nava şîreyê û dertêxin. Heya ku şîre baş li gûzê digire, em radikin û datînin ber tavê.”
‘Ji ber zêdebûna zehmetiyê hilberîna bastîq kêm e’
Di dawiya axaftina xwe de Edîp Aslan diyar kir ku di salên dawî de çêkirina bastîq, benî kêm bûye û wiha pê de çû: “Di salên derbasbûyî de me li vir heta tonek jî bastîq yan jî kesmeyên stûr çêdikir. Lê êdî ji ber zehmetiyên wan çêkirina wan jî kêm bûye. Her wiha hişkirin û firtona wan jî zehmetir e. Dims zû tê firotin ji ber wê em piranî dimsê çêdikin.”














