• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

    Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2026an

    Îranê 21 sal ceza da xwepêşanderekî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’

    Îranê 21 sal ceza da xwepêşanderekî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’

    KOGEHê damezrandina xwe ragihand

    KOGEHê damezrandina xwe ragihand

    Li Misircê Pirtûkxaneya Gel, Xwaringeha Gel û Parka Ehmehê Xanî hat vekirin

    Li Misircê Pirtûkxaneya Gel, Xwaringeha Gel û Parka Ehmehê Xanî hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    ‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

    Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

    Îranê bi ÎHAyan li Kampa Komala Zehmetkêşan xist

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2026an

    Îranê 21 sal ceza da xwepêşanderekî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’

    Îranê 21 sal ceza da xwepêşanderekî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’

    KOGEHê damezrandina xwe ragihand

    KOGEHê damezrandina xwe ragihand

    Li Misircê Pirtûkxaneya Gel, Xwaringeha Gel û Parka Ehmehê Xanî hat vekirin

    Li Misircê Pirtûkxaneya Gel, Xwaringeha Gel û Parka Ehmehê Xanî hat vekirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin’

Omer Demîr / AW

25 COTMEH 2026 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rojnamegerên ku tev li meşa li dijî sansûr û astengiyê bûne, diyar kirin ku divê astengî û sansûr pêş nekevin û gotin: “Yên ku rastiyê dinivîsin û rastiyê dikin nûçe, tên girtin an jî li dijî wan doz tê vekirin. Li ser malperan sansûreke pir mezin heye. Divê hemû rojnamevan li dijî van astengiyan bisekinin. Em li dijî astengî û sansûrê dengê xwe bilind dikin.”

Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê pêla sansur û astengiyan li ser civakê tê sepandin, mafê xwe îfadekirin û xwe gihandina agahiyên rast tê astengkirin. Di 2 salên dawî de qeyûm li ser Flash Haber TV, Ekoturk TV, koma Haberturkê, TELE1 û herî dawî jî di 14ê Cotmehê de li HALK TVyê hat tayînkirin. Hesabên X û Instagramê yên nûçeyan ên Ajansa Welat, JINNEWS, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), KAOS GL, Evrensel, Kisa Dalga, SolHaber, Azadiya Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Bîanetê hatin astengkirin. Di 30ê Îlonê de malpera T24ê hate astengkirin. Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) derbarê astengkirina malperan û sansurê de raporek eşkere kir. Li gorî rapora komeleyê, di meha Îlonê de herî kêm 1270 malper û hesabên Xê hatine astengkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî da zanîn ku di meha Îlonê de gihîştina 3 hezar û 491 naverokên medyaya dîjîtal hatiye astengkirin û malperên saziyên çapemeniyê û rojnamegeran, tevî gelek hesabên medyaya dîjîtal, hatine girtin.

Sazî, dezgeh, sendîka û rêxistinên rojnamegeran li dijî zext, sansur, qedexekirin, cezayên pereyan, girtin û polîtîkayên teslîmgirtinê yên li dijî çapemeniyê û mafê agahîgirtinê, li 10 bajaran daketin qadan û li dijî sepanên sansûr, astengî û qeyûman biryardariya azadiya çapemeniyê raber kirin.

Rojnameger Eyup Ok, Îhsan Kaçar û Firat Altintaş derbarê astengî, sansûr, sepanên qeyûm û çalakiya li 10 bajaran hatiye lidarxistin axivîn.

‘Divê ev astengî pêş nekevin’

Rojnameger Eyup Ok anî ziman ku ew jî wek rojnamegerekî tev li meşê bû û wiha axivî: “Em li vir in ku li dijî sansûr, qedexekirin û zexta ku tê kirin protesto bikin. Di demên dawî de, bi derketina krîza fonê û gendeliyên li Borseya Tirkiyeyê û çêkirina nûçeyan derbarê wan de, êrîşên li ser çapemeniyê zêde bûn. Serokomar û rayedarên desthilatdariyê derbarê krîza fonê û gendeliyan de digotin: ‘Bila qelê me rehet be, çi pêwîst be em ê bikin.’ Lê her sibehê rojnamevanek tê girtin. Malperên ku vê bûyerê dikin nûçe, tên girtin. Herî dawî televîzyonek hat girtin. Êdî ev yek li Tirkiyeyê bûye tiştekî asayî. Em jî hatin li vir da sansûrê protesto bikin. Divê ev astengî û sansûr pêş nekevin. Divê em hemû rojnamevan û civak bi dengekî yek li dijî wan bisekinin.”

‘Bandorekî pir zêde li ser wan heye’

Rojnameger Îhsan Kaçar jî diyar kir ku li ser çapemeniya azad gelek zext û astengî hene û got: “Li ser malperan sansureke pir mezin heye. Em ji bo ku li hemberî van zext û astengiyan bisekinin û li dijî van sansuran derkevin, wek çapemeniya azad, çapemeniya serbixwe û rojnamegeran, li vir kom bûn. Em dibêjin divê rojnameger azad binivîsin, ji ber vê yekê em astengiyan qebûl nakin. Yên ku rastiyê dinivîsin û rastiyê dikin nûçe, tên girtin an jî li dijî wan doz tê vekirin. Li ser malperan sansureke pir mezin heye. Ev bandor li ser wan pir zêde ye. Em dibêjin divê ev bandor êdî bi dawî bibe. Em li dijî astengî û sansurê hatine vir û dengê xwe bilind dikin.”

‘Divê hemû rojnamevan li dijî van astengiyan bisekinin’

Rojnameger Firat Altintaş jî destnîşan kir ku armanca vê meşê rizgarkirina çapemeniyê ye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo rizgarkirina çapemeniyê hatine vir. Gelek caran hesabên Ajansa Mezopotamya, JINNEWSê û Ajansa Welat hatine astengkirin. Herî dawî qeyûm avêtin ser HALK TVyê. Em ji bo azadiya çapemeniyê li vir in. Divê em destê hev bigirin û hemû rojnamevan li dijî van astengiyan bisekinin.”

Etîket: astengîAWÇalakîEkoturkEvrenselHaberturkHalk TvJINNEWSKAOS GLKisa DalgaMAmesqeyimRojnamegersansurSolHaberT24Tele1Yenî Yaşamzext
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

24 COTMEH 2026
Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

24 COTMEH 2026
Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

22 COTMEH 2026
Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

22 COTMEH 2026
Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne