Di lêpirsîna Halk Tvyê de operasyona 3yemîn pêk hat û têkildarî 12 kesan ku di nav de pêşkeşvan Ece Uner û Denîz Bayramoglû jî heye biryara binçavkirinê hate danîn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Halk Tvyê operasyona 3yemîn li dar xist. Di çarcoveya operasyonê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê hate danîn. Pêşkeşvan Ece Uner û Denîz Bayramoglû jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.













