Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD), beriya Konferansa ku dê di 29ê Mijdarê de li Êlihê were lidarxistin, li Amedê şahiyek li dar xist.
Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD), beriya konferansa ku dê di 29ê Mijdarê de li Êlihê were lidarxistin, li Parka Eyşe Şan a navçeya Rezan a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de pankarta “Bi felsefeya Apoyî em rêxistin dikin û rêxistin dibin” hat vekirin. Ciwanên ku beşdarî şahiyê bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Gelek ciwan beşdarî şahiyê bûn.




















