Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê, li navçeya Curnê Reşê ya Rihayê bi boneya 27ê Mijdarê salvegera damezrandina PKKê konser hat lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li navçeya Curnê Reşê bi boneya 27ê Mijdarê konserek li dar xist. Ji bilî şêniyên Curnê Reşê, ji navçe û bajarên derdorê jî hejmareke zêde ya welatiyan beşdarî konserê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu beriya konserê axivî û diyar kir ku sedsal in hebûna Kurdan tune hat hesibandin û got: “Bi qirkirin û înkarê hebûna Kurdan hat înkarkirin. Lê belê gava ku gundê Fîsê hat avêtin bi hezaran kîlometre rê da meşandin. Keda 52 salan ji bo gelê Kurd bû rih û vejîn. Ew têkoşîna vejînê Kurdan bi cihanê da qebûlkirin. Em avakarê tevgera azadiyê, mîmarê azadiyê li Curnê Reş heya Îmraliyê silav dikin.”
Di bernameyê de hunermend Kadîr Çat stranên xwe pêşkêş kirin û beşdaran bi stran û gerandina govendê salvegera PKKê bi coş pîroz kirin.















