Li ser bûyera Ugur Kaymaz ê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan ve li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz hatiye kuştin 22 sal derbas bûn. Apê Ugur Kaymaz Reşat Kaymaz têkildarî kuştina bira û biraziyê xwe axivî û got: “Dema Ugur û bavê xwe şehîd ketin jî me xwest ku ew bibin yên dawiyê. Em dixwazin gelê me bigihêje azadiya xwe.”
Ugur Kaymaz di 21ê Mijdara 2004an de ango 22 sal berî niha di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan ve li gel bavê xwe Ahmet Kaymaz li pêşiya mala xwe, ji hêla hêzên çekdarî yên dewletê ve hate kuştin. Di encama pêvajoya hiqûqî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê ceza kir û careke din doza Ugur û bavê wî nehat vekirin û kujer bêceza hatin hiştin. Apê Ugur Kaymaz Reşat Kaymaz têkildarî bûyera kuştina biraziyê xwe Ugur Kaymaz û birayê xwe Ahmet Kaymaz ji ajansa me re axivî.
Ahmet Kaymaz şoforê kamyonê bû û ji bo debara mala xwe bike, piraniya jiyana wî li ser rêyên dûr derbas dibû. Roja 21ê Mijdarê sala 2004an Ahmet Kaymaz xwe amade dikir ku dîsa bikeve rê. Kurê wî yê 12 salî, Uğur, zarokekî çavken û dilpak bû. Tevî temenê xwe yê piçûk, wî dixwest alîkariya bavê xwe bike. Wê rojê ji bavê xwe daxwaz kir ku ew jî pê re biçe. Ugur li ber deriyê xênî pêlavên xwe yên lastîkî li pê xwe kir û hewl dida barê kamyonê bi cih bike.
‘Şeva ku Ugur û bavê xwe hatin qetilkirin, li Qoserê bêdengî qelişî’
Şeva 21ê Mijdara sala 2004an, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dengê çekan bilind bû. Baran dibarî û ceryan li navçeyê hatibû qutkirin. Di wê êrîşê de Ugur ê 12 salî bi 13 guleyan û bavê wî Ahmet Kaymaz jî bi dehan guleyan hatin qetilkirin. Ew şev, ji bo malbata Kaymaz ne wekî şevên din bû; şevek bû ku birîna wê di dilê civakê de tu carî nehat jibîrkirin. Dîmena pêlavên lastîkî yên Uğur ku li erdê mabûn, di bîra gel de wekî sembola bêgunehî û zaroktiyê ma.
Her çend derbarê bûyerê de lêpirsîn û doz hatibin vekirin jî, kujer nehatin cezakirin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara binpêkirina mafê jiyanê da. Tevî ku daxwaz ji Tirkiye hat kirin ku darizandin were dubarekirin jî ev yek pêk nehat.
Îro navê Uğur Kaymaz, ê li gel pêlavên xwe yên yên lastîkî û temenê xwe yên 12 salî, di bîra kolektîf a civakî de wekî şahidiya xemgîn a êşa zarokên li herêmê dijîn tê bibîranîn.
Apê Ugur Kaymaz Reşat Kaymaz têkildarî jiyana biraziyê xwe Ugur û birayê xwe Ahmet Kaymaz axivî û anî ziman ku birayê wî Ahmet Kaymaz ajokarê qamyonê bû û got ku birayê wî bi vî awayî debara malbata xwe dikir û got: “Ugur zarokek bê guneh bû, lê mixabin ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.”
‘Ugur bi bavê xwe re heval bû’
Reşat Kaymaz bal kişand ser têkiliya Ugur û bavê wî Ahmet Kaymaz û wiha got: “Têkiliya biraziyê min Ugur û bavê wî Ahmet Kaymaz wekî du hevalan bû. Dema birayê min Ahmet ne li malê bûya, Ugur wekî kesekî mezin tevdigeriya û berpirsiyara malê digirt ser xwe. Dema birayê min ji rêya dûr vedigeriya her dem xwe çengî hembêza bavê xwe dikir. Ahmet tim kar û barê komî dikir. Dema pirsgirêkek hebûya hemû ferdên malbatê dianîn li cem hev û bi hev re wê pirsgirêkê çareser dikirin. Ugur her tim bi me re bû. Jiyana komî ji bavê xwe hîn bû. Dema bi me re dihat serdanan, wekî şoreşgerekî tevdigeriya. Bi hevalê xwe re heval bû.”
‘Ugur di zarokatiya xwe de wekî şoreşgerekî tevdigeriya’
Reşat Kaymaz got ku ew malbatake welatparêz in û ji ber wê yekê gundê wan hat şewitandin û bi bîr xist ku gelek şehîdên wan hene û wiha axivî: “Berî ku Ugur û bavê xwe bên kuştin, jiyanek me yê xweş hebû. Birayê min Ahmet mirovek civakî bû. Dema biçûya Iraqê û bihata ji malbatên cîran û malbatên şehîdan re, birinc, şekir û çay dianî. Berî ku biçe mala xwe diçû malên şehîdan. Pirsgirêkên malbatên şehîdan û cîranan her daîm ew çareser dikir. Bêgûman piştî şehadeta Ugur û bavê wî jiyana me gelek guherî. Ji ber ku Ugur jî bi bavê xwe re bû ew jî wekî kesayetekî şoreşger tevdigeriya. Mirov digot qey kesekî temen mezin e. Ugur û birayê xwe tevlî pêşbirkekê bûbûn. Di wê pêşbirkê de li ser Serokatî helbestek nivîsandibûn û xwendin. Mirovan gelek ji wan hez dikir.
Reşat Kaymaz behsa serpêhatiya xwe û biraziyê xwe Ugur kir û got: “Ugur di nav malê de mezin bû û delaliyê malê bû. Ugur hem di nava malê û hem jî li taxê dihat hezkirin. Ew her daîm rûken bû. Bi mezinan re mezin bi zarokan re zarok bû.”
‘Ugur bi jiyan û şehadeta xwe ve bû mînak’
Reşat Kaymaz di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Ugur her daîm derbarê geşedanên li dor xwe pirsan dikir û wiha got: “Her daîm pirsa ‘çima gundê me hatiye şewitandin?’ dikir û ji ber vê yekê hêrseke mezin a wî hebû. Taybetiyên wî yên cûda jî hebûn. Her daîm dixwest bi me re bê partiyê û tevlî kar û bar bibe. Dema ciwaniya me de çalakî pêk dihatin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî me dikir. Ugur jî di zarokatiya xwe de dibû şahidê çalakiyan. Carekê ji min xwest ku ez jê re çetelastîkekê bikirim. Min got tê çi bikî? got ku, polîs di çalakiyan de êrîşî girseyê dikin, ez ê jî bi çetelastîkê êrîşî wan bikim. Di emrê xwe yê biçûk de hate kuştin, bi jiyana xwe û bi şehadeta xwe jî ji mirovan mînak bû. Bi bi rastî ew lehengê wê demê bû.”
‘Navê Ugur û Ahmet Kaymaz li zarokên xwe kirin’
Reşat Kaymaz da zanîn ku wan navê biraziyê xwe Ugur û birayê xwe Ahmet li zarokên xwe kirine û wiha got: “Piştî birayê min Ahmet û biraziyê min Ugur jiyana xwe ji dest dan, me navê wan li zarokên xwe kir. Min navê birayê xwe li zarokekî xwe kir. Pismamekî min jî navê Ugur li zarokê xwe kir, lê mixabin ew zarok jî di 15 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran malbatên Kurd navê Ugur li zarokên xwe kirin. Herî dawî ez çûm Rojava û li wir li goristana Xebat Dêrik hevaleka jin navê xwe kiribû Ugur Kaymaz, ez gelek hestiyar bûm.”
‘Em dixwazin daxwazên şehîdên me pêk werin’
Reşat Kaymaz di dawiya axaftina xwe de behsa “Pêvajoya aştî û Demokrasiyê” kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema Ugur û bavê xwe şehîd ketin jî me xwest ku ew bibin yên dawiyê. Em dixwazin gelê me bigihêje azadiya xwe. Em di pêvajoyek aştiyê de ne. Em dixwazin daxwazên şehîdên me pêk werin. Em Kurdistanek azad, Serokek azad û dixwazin sîstemeke demokratîk li Tirkiye bê avakirin. Ev daxwaza şehîdan û daxwaze me ye jî.”








