• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
18 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

    Li Abdananê di şermezarkirina mirina 13 karkeran de 6 kes hatin binçavkirin

    Li Abdananê di şermezarkirina mirina 13 karkeran de 6 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    Ji Dadgeha Iraqê biryarek sosret: Biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    ‘Evîn Zapsû ro bi ro dihele’

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên rawestandin

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

    DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsû serî li ÎHÎKê da

    Li Abdananê di şermezarkirina mirina 13 karkeran de 6 kes hatin binçavkirin

    Li Abdananê di şermezarkirina mirina 13 karkeran de 6 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

Galîp Kirmizigul / AW

18 MIJDAR 2026 - 09:11
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Colemêrg – Endamê ZIMAN-DERê ya Colemêrgê Alî Kaya ku 12 salan di girtîgehê de maye, bi wêneyên ku xêz dike, çîrokên ku dibêje û helbestên dinivîse afirînerî û serpêhatiya xwe ya hunerî didomîne.

Li Kurdistanê hin kesayet hene ku bi jêhatîbûna xwe ya taybet cîhanê dixemlînin û ew jêhatîbûn di nava her şert û mercan herî giran de jî xwe diparêze. Endamê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Ziman (ZIMAN-DER) a Colemêrgê Alî Kaya ji zaroktiya xwe ve wêneyan xêz dike, çîrokan dibêje û helbestan dinivisîne. Alî Kaya ji ber doza Kurdewariyê di navbera salên 2013-2025an de 12 salan di girtîgehê de maye û wî, hest û hunera xwe di nav çar dîwarên girtîgehê de jî bêtir li pêş xistiye. Li gel 12 salên giran ên ku di girtîgehê de derbas bûn jî, wî qet dev ji xeyalên xwe yên zarokatiyê berneda û bi helbest, çîrok û wêneyên xwe di navbera zindanê û azadiyê de pirek ava kir.

Ji zaroktiyê heta vê demê evîna hunerê

Alî Kaya qala xebatên xwe kir û pêşî behsa hezkirina xwe ya ji wênasaziyê kir û got ku ev hezkirina wî ji dema zarokatiyê tê. Alî Kaya destnîşan kir ku di mala wan da wêneyên xweş hebûn û got: “Hinek bavê min çêkiribûn, her tim bala min dikşînd ser xwe. Min jî vê demê dest bi wêne xêzkirinê kir. Di dema dibistana seretayî de mamosteyê min her digot ‘ev hunera te pir bipêş e û tu jê hezdikî, tu dikarî biçî Wanê dibistaneke taybet de hunera xwe pêş bixî.’ Lê belê, ev derfeta min nebû û civaka me jî wan tiştan hez nake, lewma ez neçûm. Ev hezkirina min heta demekê sekinî û ez ketim girtîgehê. Di girtîgehê de bi alîkariya hevalan min careke din dest bi wêne xêzkirinê kir.”

‘Huner zimanê mirov ê neteweyî ye’

Alî Kaya anî ziman ku ew wêneyan tenê ji bo ku hunera xwe pêş bixe xêz dike û di demên dawî de ketibû pêşbirka çêkirina logoyê ji bo Amedsporê û di vê pêşbirkê de jî bi ser ketiye. Alî Kaya diyar kir ku wênesazî ji aliyê aboriyê ve derfetek nade mirov û wiha pê de çû: “Ji ber vê gelê herêmê jê dûr dikeve, wekî tiştekî ‘vala’ dibîne. Divê em Kurd ji aliyê huner û wêjeyê ve xwe baş li pêş bixin. Heke em di vî alî de xwe li pêş nexin em ê her bimînin di bin siya gelên din de. Ji aliyê afirîneriyê ve em gelek lawaz mane. Lawaziya me ne ji ber nezanebûna me tê, ji bêxîretiya me û xemsariya me tê. Jiyana me bûye reş û spî. Bi hezar cureyên rengên jiyanê hene û hewceye em jî jiyana xwe bi hunerê rengîn bikin. Huner zimanê mirov ê neteweyî ye. Cîhan bi vî zimanî te nas dike. Ne tenê cîhan, mirov jî bi wêneyên xwe derûniya gelê xwe jî dixwîne, nas dike.”

‘Ez dixwazim bi wêneyên xwe xwezayê biparêzim’

Alî Kaya di wêneyên xwe de bi taybetî motîfên xwezayî bikar tîne û dixwaze balê bikşîne ser diyalektîka di navbera gelê Kurd û xwezayê de û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em Kurd bi salan e bi xwezayê ve girêdayî ne û em perçeyek ji vê xwezayê ne. Divê qirêjahî û gemariya xwe nerêjin nav xwezaya xwe de. Piştî 12 salên di girtîgehê de ez derketim min dît ku xwezaya Colemêrgê gelek xirab bûye. Li Bakur û Başûr bajarên me bûne cihên wekî beton. Cihek biçûk yê xwezayî mabe divê em biparêzin. Aniha gelên Emrîkî û Ewropayî xwezaya xwe diparêzin lê em xerabtir dikin. Xweza rihm e, rihmekî dide mirov. Parastina xwezayê jî tenê bi awayek kolektîf em dikarin pêş bixin. Ez dixwazim bi wêneyên xwe yên xwezayî balê bikşînim ser vê pirsgirêkê. ”

Çîroka dara gûzê

Alî Kaya behsa helbest û çîrokên xwe jî kir ku bi çîroka xwe ya fabl û bi helbestên xwe dixwaze hunera Kurdî û xwezayî pêş bikeve. Alî Kaya bi domdarî wiha axivî: “Mirov bi hunera xwe ziman û nasnameya xwe hem diparêze hem jî dide naskirin. Wêne, çîrok, helbest; ev amûr hemû rêbaza naskirina te ya cîhanê ne. Bi dîmenekê, bi helbestekê, bi çîrokekê tu nasnameya xwe didî naskirin. Min di çîrokên wekî ‘Zembilfiroş’, ‘Cembelî’ û diwanên Perto Begê Hekkarî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî de eşq û evîn dît. Helbet ev mijara eşq û evînê felsefîk e, mirov dikare gelek wateyan lê bar bike. Lêbelê min di wêjeya Kurdî de mijarên xwezayî kêm dît in. Ji ber ku kêm bû, min fablek nivîsî. Fabla min ne li ser sewalan e, ya çîroka dara gûzê ye. Tiştên di nava civaka me de qewimî, xêr û şer, baş û nebaş min hemû bi dara gûzê afirandî ne. Ez dixwazim bidim fêmkirin ku zimanê Kurdî di vê mijara fabl ya wêjeyî de gelek têr û tejî ye. Bi wan tiştan; wêne, çîrok û helbestan mirov dikare zarokên xwe bigihîne zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî. Em her tiştê xwe; wêje, axaftin, spor, werzîş hwd. bi Kurdî bikin ku zimanê me bê bikarbînin.”

‘Divê em nekevin bin bandora gelên din’

Alî Kaya bal kişand ser wêje û hunera Kurdî û di dawiyê de ev yek anî ziman: “Em gelê Kurd bindest in, heke em vê afirîneriya xwe pêşnexin em ê her bimînin bin bandora gelên din. Êdî dinya biçûk bûye û bûye wekî gundekî. Lewma her tiştê mirovan, xwarin, cil û reng bûye yek. Divê em ferqa xwe bizanin; teşe, cil û zimanê xwe biparêzin û tiştên delal û xweşik biafirînin. Dîroknasekî biyanî gotibû ‘Gelê Kurd tiştên xwe bawer nake, ji tiştên xelkî nivîsî bawer dike.’ Em pirtûkên li ser Kurdan hatine nivîsandin bi coş dixwînin lê em qedrê dîroknas, ronakbir û nivîskarên xwe nizanin. Me gelek caran xulamtiya gelên din kiriye, divê em êdî bi her tiştên xwe hebûn, zanîstî, wêje û nasnameya xwe pêş bixin.”

Etîket: Wênesaz Alî KayaZIMAN-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

24 COTMEH 2026
ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

30 TÎRMEH 2026
Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

6 GULAN 2026
Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

23 SIBAT 2026
Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne