• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

Colemêrg / AW

30 TÎRMEH 2026 - 17:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn li dar xist. Di kongreyê de hat desnişankirin ku Evîn Temel û Metîn Can bûn hevserokên nû yên komeleyê.

​Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Ziman (ZIMAN-DER) kongreya xwe ya 1emîn a asayî li salona civînan a KESKa Colemêrgê bi coşeke mezin li dar xist. Di kongreyê de dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hat berzkirin. Endam û rêveberên saziyên sivil û gelek welatî tev li kongreyê bun. Kongreyê bideqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê komîsyona amadekar Naif Beyter axivî û diyar kir ku armanca bingehîn a avakirina ZIMAN-DERê ew e ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî têne meşandin têkoşînê mezin bikin.

​’Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî têkoşîn dewam dike’

​Piştî axiftina Beyter, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û diyar kir ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî bi hezaran kesan têkoşîn meşandiye û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve heta niha her dem girîngî daye zimanê me yê zikmakî. Dema em dibêjin zimanê me xeta me ya sor e, em vê yekê her carê nû dikin. Îro zimanê Kurdî li tevahiya cîhanê tê nasîn. Dewlet bi rê û rêbazên cuda polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî dimeşîne, dixwaze zimanê Tirkî mezin bike û Kurdî kêm bike. Ji ber van polîtîkayan zarokên me di malên xwe de jî dest bi axaftina Tirkî kirine.”

​Heval Dilbihar anî ziman ku li dibistan, tax û mizgeftan li şûna perwerdeya Kurdî perwerdeya Tirkî tê dayîn û wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em li her derê perwerdeya Kurdî bidin. ZIMAN-DER berpirsiyar e ku berî her tiştî hemû siyasetmedar û saziyên me zimanê Kurdî di jiyana xwe de bi kar bînin. Pêşketina zimanê me tenê ne bi saziya me ve girêdayî ye, ev berpirsiyariya hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl e. Divê em ji malên xwe dest pê bikin û her derê bikin ‘Kurdigeh’. Ji ber wê em dibêjin, ‘Bê kurdî jiyan nabe’.”

​’Em ê li her derê xebatan bimeşînin’

​Hevserokê nû yê ZIMAN-DERê Metîn Can jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin saziya xwe li her derê belav bikin û got: “Ji bo ku zimanê Kurdî dîsa li her derê bête axaftin û zarokên me bi zimanê xwe biaxivin, em ê têkoşînê bikin. Em ê li gundan, taxan û dibistanan li her derê xebatên xwe bimeşînin.”
​
​Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Evîn Temel û Metîn Can wekî Hevserokên nû yên ZIMAN-DERê hatin hilbijartin.

Etîket: ColemêrghevserokKongreZIMAN-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne