• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Otomatik taslak

    ‘Heta hovîtî li girtîgehan bi dawî dibe em li vir in’

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Çalakiya malbatan didome: Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

    Îranê kolberek qetil kir

    Îranê kolberek qetil kir

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

    Artêşa Iraqê li herêma Cerf Sexir bi cih bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zimanxane diçe kongreyê: Armanc ziman ji nava dîwaran derxistin e

Omer Demîr / AW

20 MIJDAR 2026 - 09:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Zimanxane dê di 29ê Mijdarê de kongreya xwe pêk bîne. Endamên komîsyona kongreyê û rêveberên saziyê diyar kirin Zimanxane bi xebatên xwe ve di nava gel de deng veda û gotin: “Karê me yê esasî di serî de pêşîgirtina li asîmîlasyonê ye, lê ya girîng ew e ku divê em zimanê Kurdî nexin di nava 4 dîwaran de û têxin rojeva gel.”

Di 21ê Hezîranê de li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) hate damezrandin. Di nêzî 6 mehan derbasbûyî de li Zimanxaneyê di 2 polên zarokan û 3 polên mezinan de perwerdehiya ziman hat dayîn û dersên asta yekem bi dawî bûn. Dê di 28ê Mijdarê de kesên beşên xwe bi dawî kirine belgenameyên xwe stendin. Zimanxane dê di 29ê Mijdarê de kongreya xwe pêk bîne. Bi kongreyê ve dê rêveberiyek nû were hilbijartin. Hevberdevkê komîsyona kongreyê Adem Yildiz, endama komîsyona kongreyê Şengul Bîngol, rêveberên Zimanxaneyê Hecî Demîr û Mihemed Ayyilmaz derbarê amadekariyên û armanca pêkanîna kongreyê de axivîn.

‘Encama ku Zimanxaneyê derxist jî ew e ku daxwaza statuya zimanê Kurdî ye’

Hevberdevkê komîsyona kongreyê Adem Yildiz anî ziman ku ji avabûnê ve rêveberiyek demkî li ser kar û xebatan bû û derbarê xebatên hatine kirin wiha got: “Di navbera 5 mehan de li Zimanxaneyê serdemek 3 mehan a dersên zimanê Kurdî hatin dayîn. Dersên Zimanxaneyê qediyan, niha jî dema kongreyê ye. Ji bo ku em bikaribin bi reng û çanda xwe bijîn, divê em hêza xwe biafirînin. Li Stenbolê hejmarek zêde Kurd dijîn. Nirx an jî xala hevpar a gel, zimanê Kurdî ye. Hemû Kurd di vê mijarê de hevpar in. Ji bo ku em karibin ji bo hemû Kurdan bibin bersiv, tenê Zimanxaneyek ne bes e. Ji bo wê divê Zimanxane ji hemû Kurdan re bibe mînak ku saziyek çawa tê avakirin. Berê me digot Kurd dixwazin zimanê xwe hîn bibin. Em îro dibêjin li vir Kurd zimanê xwe hîn dibin. Divê zimanê Kurdî li her derê were jiyandin. Divê Zimanxane ji hemû navçeyên Stenbolê re bibe mînaka herî berbiçav, rol û rista Zimanxaneyê ya piştî kongreyê ev e. Daxwazên derdorê gelek in, lê pirsgirêka me statuya zimanê Kurdî ye. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê danûstandinek heye. Daxwaza aştî û lihevhatinê heye, ev jî ji statuyê derbas dibe. Yekalî nayê çareserkirin. Encama ku Zimanxaneyê derxistiye ew e ku daxwaza statuya zimanê Kurdî ye. Em bang li zimanhez û Kurdîhezan dikin, pêdiviya herî zêde ya Kurdan zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê di kongreya 29ê Mijdarê de xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”

’Em dixwazin zimanê Kurdî li taxan belav bikin’

Ji rêveberên Zimanxaneyê Hecî Demîr bi bîr xist ku Zimanxane nêzî 6 meh in ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û pêşîgirtina asîmîlasyonê xebatên xwe didomîne û ev tişt anî ziman: “Me ev serdem wekî şagirtiyekê bi nav kir û em jî hîn bûn. Piştî 6 mehan kelecanek di nav gel de çêbû, ev jî hêz da me. Ji bo serdema nû Zimanxane dê di 29ê Mijdarê de diçe kongreyê. Rêveberiyek xurttir dê çêbibe. Em dikarin bibêjin daxwaz û xwesteka zimanê Kurdî êdî ji hêviyê veqete û statuyekî şênber bi dest bixe. Karê me yê esasî di serî de pêşîgirtina li asîmîlasyonê ye, lê karê girîng ew e ku divê em zimanê Kurdî nexin nava 4 dîwaran û bixin rojeva gel. Ev pêvajoya çêkirinê ye, kes ji bo Kurdan zimanekî nade. Divê her kes xwe wekî şagirtekî zimanê Kurdî bibîne û di nava tevgerê de be. Belê, gelê me li saziyên xwe xwedî derdikeve, lê divê em her malekê bikin dibistanek. Em dixwazin zimanê Kurdî li taxan belav bikin.”

‘Xwedî li zimanê xwe derbikevin’

Şengul Bîngol jî diyar kir ku kongreya Zimanxaneyê di 29ê Mijdarê de tê lidarxistin û wiha axivî: “Ev nêzî du meh in xebatên kongreyê didomin. Em dizanin di bingeha welatîbûnê de mafê herî bingehîn ziman û çand e. Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ji bo xebatan derfet ava bûne. Em dixwazin ne tenê Zimanxaneyek, li hemû qadan saziyên me hebin. Ji bo wê jî deng û daxwaza xwe zêdetir bilind bikin û Kurdî biaxivin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘Em armanc dikin ku zimanê me di nava gel de belav bibe’

Ji rêveberên Zimanxaneyê Mihemed Ayyilmaz jî derbarê rol û rista damezrandina Zimanxaneyê de ev tişt got: “Şagirtên me ne tenê Kurd in. Gelê Tirk jî dixwaze zimanê Kurdî hîn bibe. Me xwest saziyên Kurdan li her derê zêdetir bibin. Zimanxane gelek deng veda. Şagirtên me yên ku serdema xwe qedandin dê belgenameyên xwe bistînin. Piştî kongreyê dê serdema perwerdehiya nû dest pê bike. Zarokên gelê Kurd her ku diçe hem bi asîmîlasyonê hem jî bi asîmîlasyona navxweyî re rû bi rû ne. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ji bo wê jî dixebitin. Em armanc dikin ku zimanê me di nava gel de belav bibe û zarokên Kurd bi Kurdî mezin bibin.”

Etîket: 29 MijdarAdem YildizHecî DemîrKongreMihemed AyyilmaznirxandinŞengul BîngolZimanxane
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

20 MIJDAR 2026
‘Nêzîkatiya dewletê ya pêvajoyê bêbaweriyê ava dike’

‘Nêzîkatiya dewletê ya pêvajoyê bêbaweriyê ava dike’

1 MIJDAR 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

Ji Hakan Fîdan serdan û îdiayên balkêş

12 ÎLON 2026
Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne