Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di salvegera darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de angaşt kir ku wan hişmendiya 12ê Îlonê, inkara nasnameya Kurdan ji holê rakiriye.
Ne Wezîrê Karên Hundir, Wezîr Karên Derve Hakan Fîdan di salvegera Darbeya 12ê de li Amedê serdana Waliyê Amedê kir û paşê jî derbasî navenda AKPê bû. Hakan Fîdan li ser hişmendiya 12ê Îlonê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hin nirxandin kirin.
Polîtîkayên înkarê qebûl kir
Di nirxandinên xwe de Hakan Fîdan li ser hişmendiya 12ê Îlonê jî sekinî. Hakan Fîdan da zanîn ku hişmendiya 12ê Îlonê, ji bilî nasnameya Tirk nasnameyên gel û baweriyên din, çand û zimanên cuda înkar kiriye. Di berdewama axaftina xwe de Hakan Fîdan tevî ku heman Destûra Bingehîn a 12ê Îlonê bi kar tînin ji bo Destûra Bingehîn ev tişt gotin: “Di wexta xwe de hişmendiyek hebû ku jê re dihat gotin “Hişmendiya 12ê Îlonê”. Ev Hişmendî di pratîkê de, di qada hiqûqî de û di hişmendiyê de bibû sembola redkirin û înkarkirina nasnameya Kurdan. Ev hişmendiya ku nasname red dikir û ji bilî hindikahiyekê her tişt li derve dihişt; zirar da yekîtî, ewlehî, aborî û pêşveçûna welat.”
25 sal in Destûra Bingehîn digûherînin
Herçiqas Hakan Fîdan li ser Destûra Bingehîn a di dewreyê de ya 12ê Îlonê be û di desthilatdariya wan de jî nehatiye guhertin, nirxandin kirin. Ne di pratîkê de, ne di hişmendiyê ne jî di qada hiqûqê de, di derbarê înkar û polîtîkayên red, înkar û bişaftinê yên li ser çand, ziman û nasnameya gelê Kurd de guhertin pêk hatiye. Hê jî Kurd li bajarên herêma Behra Reş, li metropolên Tirkiyeyê ji ber Kurdî diaxivin rastî êrîşan tên. Bi milyonan Zarokên Kurd hêj di bin çerxa bişaftinê de tên derbaskirin, nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Gelê Kurd di qada giştî de anku sazî dezgehên fermî de nikarin bi zimanê xwe biaxivin.
Ne hiqûqî ne pratîkî guhertin nîn in
Hakan Fîdan di berdewama axaftina xwe de îdia kir ku Hukumeta AKPê di bin Serokkomariya Tayyîp Erdogan de dawî bi înkarkirina nasnameyan aniye û wiha got: “Bi saya hukumeta AK Partiyê û bi rêberiya Serokkomarê me, înkarkirina nasnameyê bi dawî bû. Hemû welatî di çarçoveya “welatîtiya destûrî” de bûn yek û wekî welatiyên Komara Tirkiyeyê gihîştin mafên xwe yên wekhev. Ev şoreşa siyasî ya herî mezin e ku me çêkiriye.”
Herî dawî di çeçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, di 10ê Tebaxê de Qanûna Çeçoveyî li Meclisê hate qebûl kirin. Ev qanûn ji ber di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem qanûna ku bi mixatabiya nûnerên Kurdan re hatiye muzakerekirin, amadekirin girîng e, lê mijarên wek nasname, çand û mafê zimanê Kurdan nahewîne. Lewma axaftinên Hakan Fîdan ji vegotina rastiyan rastiyan bêhtir ji bo veşartina polîtîkayên AKPê û berovajîkirina rastiya xwe tên kirin.













