Îzmîr – Dayik, xizm û kesên li Îzmîrê tev li bîranînên şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne diyar kirin ku ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet divê daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin.
Li navçeya Bûcayê ya Îzmîrê, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Egeyê (EGE-MEBYADER), ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, li Komeleya Piştgiriyê ya Pasûriyan a li taxa Çamlikûleyê bernameyên bîranînê ku sê rojan berdewam kir hat li dar xistin.
Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt, Girtiyê ku piştî 30 salan hatiye berdan û Mamosteyê Kurdî ê Komeleya Avesta Lêkolînên Çand û Ziman Çeçan Topçû, Dayika Aşitiyê Mîhrînaz Merhan, xwişka şehîdan Sevîm Okmen û Endamê EGE MEBYA-DERê Mehmet Bayram nêrîn û hestên xwe ên derbarê bernameyên bîranînan bi ajansa me re parve kirin.
‘Axa Kurdistanê û Tirkiyeyê têra xwe xwîn vexwariye’
Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Îzmîrê Peyrûze Kurt anî ziman ku dilê dayikan ne carekê, bi dehan caran şewitiye û diyar kir ku ew bi xwe jî dayika du şehîdan e ku heta niha jî negihîştine cenazeyên xwe û banga bi hêzkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Serê gelê Kurd, Serokatî û rêhevalên wan sax be. Em dibêjin êdî şîn û girî bes e. Em ji bilî vê tiştekî din naxwazin. Êdî axa Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê têra xwe xwîn vexwariye. Em li aliyekî bi vê şînê xemgîn in, lê li aliyê din jî kêfxweş in ku pêvajoyeke aşitiyê dest pê kiriye. Em doza azadî, aşitî û wekheviya gelê Kurd û Tirk û aşitiyeke bi rûmet dikin. Em ne dayikên dil bi kîn in; em tenê aşitî û wekheviyê dixwazin. Hestî û mezelên zarokên me tune ne. Bila zilm û zordariya li ser gelê Kurd bi dawî bibe, gor û goristanên zarokên me neyên xerakirin. Bila cenazeyên şehîdên me bên dîtin; bila nasname û zimanê me bê naskirin. Eger îro pêvajoya aşitiyê dest pê kiribe, bi saya van şehîdan û bi xwîna wan e. Em wekheviyê dixwazin bila kes zilmê li kesî neke û em bikaribin bi ziman, reng û çanda xwe bijîn.”
‘Tişta ku reng dide xeta me şehîd in’
Girtiyê ku piştî 30 salan hatiye berdan û Mamosteyê Kurdî ê Komeleya Avesta Lêkolînên Çand û Ziman Çeçan Topçû jî diyar kir ku heke îro Kurd karibin bi dewletê re rûnin, muzakereyê bikin, behsa aşitî, siyaset û kelijandina demokratîk bikin, ev bi saya şehîdan e û got: “Beriya her tiştî em bibêjin, tevgera me tevgera şehîdan e. Êdî tişta ku reng dide xeta me xeta şehîdan e, jiyana wan e, bîranînên wan e. Divê em bi bîranînên wan bijîn û manewiyata wan hîs bikin. Tişta ku hêzê dide me, tenê ne daxwaza welatekî azad an wekheviya civakî ye; di heman demê de bîranîn û girêdana bi şehîdan re ye. Ya ku me li ser piyan digire ev e.”
Çeçan Topçû bal kişand ser girîngiya têkoşeriyê û xebatên ji bo paşerojê û axaftina xwe wiha domand: “Em bimrin jî em ê li ser piyan bimrin. Heta ku em li ser piyan bin, em nikarin gilî û gazinan bikin. Eger em gazinan bikin em ê li hemberî şehîdên xwe bikevin kêmasiyê. Heta ku zimanê me nebe zimanê perwerdeyê û fermî, heta ku statuya gelê Kurd neyê naskirin, ji ber asîmilasyon, daxwazên şer, kes nikare kelijandina demokratîk pêk bîne. Divê dewlet dawî li van bîne.”
‘Êdî dora serkeftinê ye’
Dayika Aşitiyê Mîhrînaz Merhan jî bal kişand ser berdêlên giran ên ku hatine dayîn û anî ziman ku kurê wê ev 35 sal in çûye û 27 sal e şehîd ketiye û got: “Gelek xwîn rijiya. Em êdî naxwazin xwîn birije. Bila Serokatî û ev gel sax be. Êdî dor dora serkeftinê ye, em ê bi ser bikevin.”
‘Divê daxwazên şehîdan neyên ji bîr kirin’
Xwişka şehîdan Sevîm Okmen anî ziman ku ew nexwestiye bi şehadeta birayê xwe bawer bike, ew û dayika xwe li bendê mane ku rojekê vegere û ev tişt gotin: “Şehîd pêşeroja me ne, wan em anîn vê merheleyê. Eger şehîd tune bûna îro me nedikarî em li hev bicivin an jî bi zimanê xwe biaxivin. Banga min li serkirdeyên Kurdan ew e ku em aşitiyeke wekhev dixwazin, ne aşitiyeke ku tenê bi kêrî aliyekî bê. Em ziman û çanda xwe dixwazin. Em aşitiyê dixwazin lê divê daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin.”
‘Pêvajoya aştiyê bingeh e’
Endamê EGE MEBYA-DERê Mehmet Bayram jî banga yekitiyê li her çar aliyên Kurdistanê kir û diyar kir ku azadî bi yekitiyê pêkan e û di nirxandina xwe ya li ser pêvajoyê wiha got: “Dema ku qala pêvajoya aşitiyê tê kirin carna sivik tê nirxandin, lê ez vê pêvajoyê bingeha her tiştî dibînim. Bi sedan sal in xwîna me hatiye rijandin û me hebûna xwe nedîtibû. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de baweriya min ew e ku em ê bi temamî bigehêjin hebûna xwe. Dibe ku em zehmetiyan bikşînin lê tişta ku bingeha wê ji aliyê Serokatiyê ve hatiye danîn dê pêk were.”













