Davût Avci ku di sala 1996an de hatibû girtin û zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Kavak a Samsûnê hat berdan û îro li bajarê xwe Amedê hate pêşwazîkirin.
Davût Avci yê ku 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma di 2yê Îlonê de ji Girtîgeha Kavak a Samsûnê hate berdan. Davût Avci ku îro hate bajarê xwe Amedê li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bi coş û kelecaniyekê mezin hate pêşwazîkirin. Davût Avci bi rêzê di Girtîgehên Semsûr, Elbista a Mereşê, Çewlig, Yozgat, Amed, Bolû û Kavak a Samsûnê de hatiye ragirtin.













