Wan – Girtiya nexweş Felem Aker a ku di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Wanê de tê ragirtin, tevî gelek nexweşiyên giran û metirsiya tenduristiya wê heye jî nayê berdan. Hevjînê wê Eşref Aker diyar kir ku rewşa hevjîna wî her ku diçe xirabtir dibe û banga berdana Felem Akerê kir.
Felem Aker a ku di 14ê Tebaxa 2020an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û girtin, piştî 6 mehan hatibû berdan. Lê belê, cezayê wê 6 sal û 3 meh di 2yê îlona 2022yan de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û ew birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Rewşa Felem Aker a ev 4 sal in di girtîgehê de ye, her ku diçe xerabtir dibe û divê bi lez were berdan û dermankirin.
‘Şert û mercên girtîgehê metirsîdar in’

Hevjînê Felem Akerê, Eşref Aker da zanîn ku Felem bi gelemperî nexweşiyên giran re têdikoşe û got: “Ew di 14ê Kanûna Pêşîn a 2024an de emeliyata (safra kesesî) bûye, lê piştî emeliyatê êşên zik û pirsgirêkên wê yên din berdewam kirine. Li cem Felemê noduleke tîroîdê ya di kategoriya Bethesda III de ye û nexweşiya Haşîmotoyê jî heye. Şika penceşêrê di van nodulan de heye û divê di demeke nêzîk de emeliyat bibe.”
Eşref Aker diyar kir ku gastrîta kronîk, reflû, bilindbûna nîşaneya tûmorê, kêmbûna kalsiyûmê, bêhnçikî û servîsîta kronîk wekî nexweşiyên giran ên Felemê ne û wiha pê de çû: “Ev nexweşî çavdêriya tibî ya domdar, dermankirina bi rêkupêk û piştgiriya xwarinê dixwazin, lê di şert û mercên girtîgehê de ev pêvajo bi awayekî tendurist nayên meşandin.”
‘Metirsiya felcê derbas kiriye’
Bi domdarî Eşref Aker anî ziman ku di şeva 4ê Hezîrana 2025an de hevjîna wî krîzek giran derbas kiriye û ev yek anî ziman: “Bi giliya bêhnçikiyê û bêtevgeriyê li revîrê hatiye girtin. Saturasyona oksîjena wê daketiye ji sedî 45ê ku ev nirx sînorê xetereya jiyanî ye, lê piştî çavdêriyeke kurt dîsa ew şandine qawîşê. Li gorî îfadeya Felem Akerê, laşê wê hişk bûye û ji ber ku nikaribûye bimeşe, bi alîkariya hevalên xwe çûye ser nivînên xwe. Tevî nîşanên demarî; egera felçê nehatiye nirxandin, rewş wekî psîkolojîk hatiye dîtin û dermankirineke berfireh nehatiye kirin.”
Radikin nexweşxaneyê dîsa tînin girtîgehê
Eşref Aker destnîşan kir ku di 6ê Hezîranê de dîsa Felemê rakirine nexweşxaneyê, lê piştî çavdêriyeke kurt dîsa paş de vegerandine girtîgehê. Eşref Aker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van hemû pêvajoyan de ne agahiyeke rast hatiye dayîn û ne jî dermankirin hatiye berdewamkirin. Ji bo Felem Akerê bi biryara dadgehê wasî hatiye tayînkirin û hatiye tescîlkirin ku ew nikare li xwe binêre. Tevî van pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, ew hê jî di girtîgehê de tê ragirtin.”
‘Laşê wê her ku diçe dihele’
Eşref Aker diyar kir ku di her dîtinê de ew dibîne ku Felem dihele, di standina bêhnê de zehmetiyê dikişîne, nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê da zanîn ku şert û mercên girtîgehê ne guncav in ku jiyaneke tendirûst bijî, lê tenê têkoşîna jiyanê didomînin. Li gorî Pakêta 10emîn a Dadgeriyê û xalên 16 û 17 ên Qanûna Înfaza Ceza ya Hejmar 5275, mafê înfaza li malê an taloqkirina înfazê ji bo girtiyên nexweş ên giran heye, lê tevî van rêziknameyên qanûnî jî rewşa Felem Akerê tê paşguhkirin.”









