Enqere – Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin diyar kir ku tevî zêdetirî 2 meh bi ser erêkirina qanûna çarçoveyî re derbas bûye jî ji bo pêkanîna qanûnê gaveke şênber nehatiye avêtin û got: “Ji bo ev pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigire, divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Divê astengiyên li pêşiya birêz Ocalan û civakê bên rakirin.”
Qanûna çarçoveyî ya ji bo pêvajoyê ku di 10ê Tebaxê de di Desteya Giştî ya Meclisê de hate pejirandin, li bendê ku bikeve pratîkê. Ji bo qanûn bikevê meriteyê li benda rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ye. Tevî ku bi ser erêkirina qanûnê re 2 meh derbas bû jî ji bo rapora teyît û tespîtê ya MGKê takvîmeke diyarkirî tune ye. Her wiha şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê pêvajoyê bi rê ve bibe jî heta niha pêk nehatiye.
Ji aliyê din ve jî li bendê ye ku di rojên pêş de bi serokatiya Serokê Meclise Numan Kurtulmuş li Meclisê Komîsyona Çavderiyê bi beşdariya partiyên siyasî yên di parlamentoyê de bê avakirin. Komîsyona Çavderiyê dê xebatên Desteya Şopandin û Nirxandinê rapor bike û heke hewce bike dê bikaribe qanûnên nû jî derxe. Daxwaza sazî û rêxistinên civakî jî ew ê ku di bin desteyên vê komîsyonê de cih bigirin û pêvajoyê bişopînin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin derbarê daxwaza cihgirtina di desteyên jêr a komîsyonê de û qanûna çarçoveyî de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Çareserkirina pirsgirêka Kurd nikare li benda biryara MGKê bê hiştin’
Cîhan Aydin bi lêv kir ku ji bo pêkanîna qanûnê li benda sekinandina rapora teyît û tespîtê ya MGKê bi xwe re pirsgirêkan tîne û wiha got: “2 meh bi ser re derbas bû lê tiştek nû tune ye. Dibêjin em li benda biryara MGKê ne lê MGKê jî heta niha tu biryar nedaye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li benda biryara MGKê hiştin, pirsgirêk e. AKPê heta niha digot em li dijî vesayetê têdikoşin lê MGKê bi xwe vesayetek e. MGKê kengî rapora teyît û tespîtê amade bike jî ne diyar e. Weke ÎHDê me dema qanûna çarçoveyî hate weşandin jî ev pêşniyar kir ku divê ji bo rapora teyît û tespîtê jî demek were diyarkirin û dem neyê derbaskirin. Divê MGK demeke zû raporê amade bike. Zivistan li pêş me ye. Geşedanên girîng li herêmê diqewimin. Ji bo wê jî divê MGKê di demeke zû de raporê amde bike ku ev pêvajo bi pêş ve biçe.”
‘Parlamento li derveyî vê pêvajoyê hatiye hiştin’
Cîhan Aydin bal kişand ser daxwaza wan a cihgirtina di desteya jêr a komîsyona li Meclisê de bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyona Meclisê jî dê kengî bê avakirin ne diyar e. Çima dema wê hat dirêjkirin haya me ji wê jî tune ye. Serokê Meclisê çend caran daxuyanî da lê pêşketinek tune ye. Endamên partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne dê di vê komîsyonê de cih bigirin. Weke saziyên sivîl daxwaza me jî hebû di desteyên jêr de cih bigirin. Lê ji bo vê yekê pêşketineke nû tune ye. Weke ÎHDê em her tim dibêjin divê saziyên sivîl jî di nava pêvajoyê de cih bigirin. Lê desthilat dixwaze her tişt di bin kontorla wan de be. Ji bo wê jî xuyaye komîsyona di parlamentoyê de bê avakirin dema wê dirêj kirin e û danîne kêlekê. Desteya di bin banê Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatiye avakirin ew bêtir rol digire û parlamento lawaz dimîne. Parlamento derveyî vê pêvajoyê hatiye hiştin. Ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Ev pirsgirêk ne tenê ya burokrasiyê ye û divê parlamento bi rola xwe rabe. Saziyên sivîl jî divê di vê pêvajoyê de cih bigirin. Em daxwaza xwe ya cihgirtina di komîsyonê de careke din dubare dikin.”
‘Rewşa girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe’
Cîhan Aydin destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêk û binpêkirina mafên mirovan pir zêde bûne û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê 300 hezar kapasîteya girtîgehan heye. Lê 440 hezar girtî henei hem edlî û hem jî siyasî ne. Yanî ji kapasîteya xwe zêdetir girtî hene. Girtiyên nexweş nayên berdan û heta niha ji bo girtiyên nexweş tu çareseriyek li pêş neketiye. Di pêvajoya 2013an de jî desthilatê girtiyên nexweş weke bazariyeke pêvajoyê girt dest û wê demê jî em li dijî derketin. Ev mafê jiyanê ye û nikarin bikin mijara bazarê. Divê girtiyên nexweş û yên cezayê wan temam bûne û derbarê wan de biryara berdanê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye divê demildest bên berdan. Ji bo vê yekê rapora MGKê ne hewce ye. Ti eleqeya girtiyên nexweş bi rapora MGKê ve tune ye û mijareke mafên mirovan e. Ji bo wê jî divê teqez girtiyên nexweş di demeke zû de bên berdan. Her wiha binpêkirina mafan li dijî girtiyên siyasî jî berdewam dike. Komîsyona me ya girtîgehan serdana girtîgehan dikin raporan jî amade dikin. Di raporan de jî xuyaye di girtîgehan de başbûnek tune ye lê xirabtir bûye. Divê demildest qanûna înfazê ya Tirkiyeyê jî be guherandin. Desthilatê jî çend caran ew anî ziman lê tu gavek di vê mijarê de neavetin.”
‘Divê astengiyên di navbera birêz Ocalan û civakê de bê rakirin’
Cîhan Aydin anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewce ye şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha axivî: “Birêz Ocalan ji bo pêvajoyê bi roleke girîng radibe. Birêz Ocalan jî dixwaze ku bi hemû beşên civakê re bikaribe hevdîtinê bike û dengê xwe bigihîne civakê. Ji bo ev pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigire divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Divê akademîsyen, rojnameger û hemû beşên civakê bikaribin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin ku fikir û nêrînên wî bigihînin civakê. Ji bo wê jî statuya birêz Ocalan mijareke pir girîng e. Dibêjin birêz Ocalan dê di desteyê de cih bigirê lê ev tenê têr nake. Divê astengiyên di navbera birêz Ocalan û civakê de bên rakirin. Ev ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewcedariyeke bingehîne e.”
‘Dewlet naxwaze saziyên sivîl di nav pêvajoyê de cih bigirin’
Cîhan Aydin diyar kir ku ji bo saziyên sivîl di nav pêvajoyê de cih bigirin ji aliyê dewletê ve rastî astengiyan tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet naxwaze saziyên sivîl di nav pêvajoyê de cih bigirin. Dewlet dixwaze pêvajoyê di bin kontrola xwe de bihêle. Di şer de yên hatine windakirin û faîlên wan ne diyar in, şewitandina gundan û gelek kiryarên sûcên li dijî mirovan hê nehatine rojevê. Em dixwazin ev mijar jî bên rojevê. Weke ÎHDê em li ser van mijaran xebatan dikin û rapor û arşîvên me hene. Em dixwazin ev mijar bên rojevê û çareserî were lipêşxistin. Em dixwazin van raporan bi dewletê re parve bikin lê dewlet nagire rojeva xwe. Saziyên sivîl divê bikaribin tev li vê pêvajoyê bibin.”












