Vedat Aydin di salvegera kuştina xwe ya 34emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Merdînê ya Amedê hate bibîranîn. Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin di bîranînê de axivî û wiha got: “Heke ew dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve, bila hemû dosyayên ji salên 1990î û vir ve vekin û rastiyê derxin holê.”
Vedat Aydın, dema Serokê Rêxistina Bajêr a HEPê ya Amedê bû, di şeva 5ê Tîrmeha 1991an de, ji aliyê kesên bi çek ku xwe weke polîs dan nasîn ji mala xwe hat girtin. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran jî saziyên fermî binçavkirina wî qebûl nekirin. Di 7ê Tîrmeha 1991an de, cenazeyê wî yê ku îşkenceyeke hovane lê hatibû kirin, li bin pireke nêzîkî navçeya Maden a Xarpêtê hat dîtin. Cenazeyê wî di 10ê Tîrmeha 1991an de anîn Amedê û ji aliyê deh hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Di dema merasîmê de êrîş li ser girseyê hat kirin; di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Ji wê rojê vir ve, di lêpirsîna kuştina Vedat Aydin de hîn jî tu sûcdar nehatine cezakirin.
Vedat Aydin 34emîn di salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdîn a Amedê hate bibîranîn. Endamên DEM Partiyê, DBP, TJA, MEBYA-DER, malbata Vedat Aydin, ji Deriyê Mêrdînê yê navçeya Sûrê heya Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê meşiyan. Piştî meşê li ser goristanê axaftin hatin kirin.
Hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivîn.
‘Ne zarokên Kurdan ne jî yên Tirkan nemirin’

Hevjina Vedat Aydin, Şukran Aydin di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Vedat Aydin de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “35 sal derbas bûn; em her cejnê, di her 9ê Tîrmehê de tên vir. Ev kes kî bûn, çima canê xwe ji dest dan, dewletê çima ew hilbijartin? Tevahiya gelê Kurd bersiva van pirsan dizane. Îro pêvajoyek dest pê kiriye, gelê Kurd dilsoz e û dixwaze bigihe qonaxekê. Bila ji niha û pê de ne zarokên Kurdan ne jî yên Tirkan nemirin. Ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê ne tenê hebûna Kurdan were qebûlkirin, di heman demê de divê pirsgirêk bi tevahî were çareserkirin.”
‘Bila bi awayekî fermî devlet kirinên xwe qebûl bike’
Şukran Aydin bal kişand ser girîngiya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha bang li rayedaran kir: “Bangawaziya min ji bo Serokkomar û Wezîrê Dadê ev e; ‘kujerê wan diyar e’, ji bo me diyar e, ev projeyeke dewletê bû. Heke ew dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve, bila hemû dosyayên ji salên 1990î û vir ve vekin û rastiyê derxin holê. Bila rayedar derkevin û bibêjin ‘rast an şaş, dewletê ev kir û dê lêborîna xwe ji malbatan bixwaze’. Bila ev yek bikeve arşîvên Meclisê. Em ji dewletê tazmînat an jî derew naxwazin. Em dixwazin bi awayekî fermî van tiştan qebûl bike. Em kujeran dinasin, em kesên ku ferman dane dinasin.”
‘Em wekheviyê dixwazin’

Şukran Aydin anî ziman ku ew wekheviyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Dema di 12yê Îlonê de 4 salan di zindanê de ma, li Devegeçîdiyê di bin îşkenceyê de ma. Wateya vê yekê ev e: ‘Em kengî bixwazin, em dikarin te ji holê rakin’. Ev biryar ji jor ve hat dayîn. Serokwezîr û Serokkomarê wê demê ev biryar dan. Mehmet Agar gotibû, ‘Heke em tûglayekê bikişînin, em ê di bin de bimînin.’ Heta îro wan em di bin de hiştin, lê ji îro û pê de bila ew di bin de bimînin. Em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve. Em wekheviyê dixwazin.”
‘Bila rayedar pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û li xwe mikur bên’
Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî di merasîmê de kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û bûyerên ku qewimîne bi bîr xistin û wiha axivî: “Vedat Aydin nayê jibîrkirin. Bi hezaran kesan navê wî hildan. Wan got, ‘Em li ku dibin bila bibin, em Kurd in’ û tev li têkoşînê bûn. Êdî bes e, em mirin û qetlîaman napejirînin. Bila mafên Kurdan jî bi zagonên hiqûqî werin naskirin. Bila li xwe mikur bên û bibêjin, ‘Me gel dabeşî du beşan kir; me got ev Tirk e, Ereb e, Çerkez e, Kurd e. Bi vê polîtîkayê me sînor xistin nava gelan. Em ê van sînoran ji holê rakin û em ê aştiyê bi hev re ava bikin.’ Dibe ku wê çaxê ruhê wan şad bibe. Beden dimire lê ruh namire. Ev ruh di dilê me hemûyan de dijî. Bila gavekê biavêjin û di warê hiqûqî de mafan nas bikin. Bila hemû hevrêyên me yên ku ji wê rojê ve di zindanan de ne, werin berdan. Em azadî û wekheviyê ji bo hemû gelan dixwazin. Îro li ser gora Vedat Aydin em soz didin: Heya ku zagon dernekevin û azadî pêk neyê, wê ruhê me şad nebe. Ruhê me hem di têkoşînê de bi wan re ye, hem jî bi wan kesên di binê vê axê de ne re ye. Em banga xwe dubare dikin: Bila rayedar pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û li xwe mikur bên.”
Piştî axaftinan merasîma bi bîr anînê bi danîn gulan a li ser gora Vedat Aydın, bi dawî bû.












