Endamê Akademiya Zanistên Civakî Duran Kalkan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn” felsefe, wate û pratîka jiyana komûnal di çarçoveya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxaziya Jinan de bi berfirehî dinirxîne. Kalkan di nivîsa xwe de destnîşan dike ku komînalîte ne tenê şêwazekî rêxistinbûnê ye, di heman demê de cewhera hebûn û azadiya mirovatiyê ye.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî Duran Kalkan di hejmara 8emîn a Kovara Ozgur Halkê de bi gotara xwe ya bi sernavê “Di Jiyan û Xebatê de Komînalbûyîn” li ser jiyana komînal nirxandinên girîng kirin. Duran Kalkan balê dikişîne ser dîroka hevkariya civakî û destnîşan dike ku civaka mirovatiyê di eslê xwe de li ser esasê jiyana komûnal çêbûye û pêş ketiye. Kalkan anî ziman ku komûnalbûn tenê tercîheke îdeolojîk an jî formekî ku piştre hatibe afirandin nîne; berevajî vê yekê, forma yekemîn û herî xwezayî ya jiyana mirovatiyê ye. Desthilatdarî û pergala hiyerarşîk xwestiye vê xwerustiya civakî ji nav bibe û mirov ji cewherê wî dûr bixe. Ji ber vê yekê, vegera ser jiyana komînal di heman demê de xwedîderketina li cewher û dîroka rastîn a mirovatiyê ye.
‘Famkirina cewhera paradîgmayê xala herî krîtîk e’
Ji bo avakirina civaka demokratîk, xwedîderketina li paradîgmaya nû û fêmkirina cewhera wê xala herî krîtîk e. Kalkan tîne ziman ku fikra komûnalîzmê encama kûrbûna di xeta azadiyê de ye û divê di her qada jiyanê de bibe pîvana esasî. Avakirina nûjeniya demokratîk tenê bi guherîna hişmendiyê pêkan e. Heta ku hişmendiya ferdperest û kapîtalîst neyê guherandin, ne gengaz e ku pergaleke alternatîf a azadîxaz bê avakirin. Şoreşa rastîn berî her tiştî di hiş û kesayeta ferd de bi pêşxistina pîvanên komînal çêdibe.
‘Ferdperestî nexweşiya serdemê ye’
Di gotarê de Kalkan rexneyên tûj li pergala kapîtalîst dike. Kapîtalîzm bi rêya ferdperestî, berjewendiyên kesokî û pêşbaziyê civakê parçe dike û wê ji nirxên exlaqî û politîk bêpar dihêle. Di nivîsa Kalkan de tê diyarkirin ku ferdperestî nexweşiya herî mezin a serdemê ye ku biratiya civakî, hevkarî û biryardariya hevpar dihelîne. Ji bo têkbirina bandorên kapîtalîzmê, pêwîst e ku li dijî ferdperestiyê sekneke biryardar bê nîşandan û nirxên hevgirî û parvekirinê di jiyana rojane de bibin rêbazeke bingehîn.
‘Komîn şaneya bingehîn a demokrasiyê ye’
Yek ji mijarên sereke yên ku di gotarê de li ser tê rawestandin, pêwendiya kûr a di navbera komînê û demokrasiya rasterast de ye. Kalkan diyar dike ku komîn ne tenê dezgehekî îdarî ye, di heman demê de şaneya herî bingehîn a demokrasiyê ye. Bêyî komînan, demokrasiyeke rasteqîn ku li ser îradeya gel ava bibe çênabe. Avakirina komînan rê li ber wê yekê vedike ku gel bi xwe bibe biryardar û rêveberê jiyana xwe. Ev yek pergalên burokratîk û navendîperest pûç dike û rê li ber biryardariya yekser a civakê vedike.
Pratîzekirina komûnalîteyê di jiyana rojane û xebatê de
Kalkan destnîşan dike ku komînalbûn ne hêmaneke teorîk e ku tenê di pirtûkan de bimîne; divê di xebat û jiyana rojane de bibe pratîk.Kalkan wiha didomîne: “Hêz û serkeftina xebatan bi pîvana komînalbûyîna wan ve girêdayî ye. Di çêkirina biryaran de, di dabeşkirina erkan de û di çareserkirina pirsgirêkan de divê rihê kolektîf derkeve pêş. Pratîkek ku ji rihê komînal dûr be, nikare bibe bersiv ji daxwazên azadiyê re û zû an dereng dikeve bin bandora hişmendiya burokratîk û serwer.”
Xwebûn xwe helandina di nav nirxên civakî de ye’
Di dawiya nivîsê de Kalkan balê dikişîne ser guherîna kesayet û kesayetiya şoreşger. Duran Kalkan diyar dike ku avakirina jiyana komînal berî her tiştî ked, fedakarî û xwe nûkirina berdewam di warê zihniyete de dixwaze. Kalkan wiha dibêje: “Kesê ku tevlî vê pêvajoyê dibe, divê dev ji berjewendiyên biçûk ên ferdî berde û xwe di nav behra nirxên civakî de ji nû ve ava bike. Ev proseya ‘xwebûn’ û paqijbûna ji nirxên paşverû ye ku rê li ber avakirina jiyaneke watedar, azad û tijî hevgirtin vedike.”













