• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

Edîrne / AW

8 ÎLON 2026 - 14:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli piştî ji girtîgehê derket axivî û wiha got: “Ez ji Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û tevahiya girtiyan re jî azaadî dixwazim. Bi hêviya ku em hemû li derve bi awayek azad werin gel hev.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê berê Selçûk Mizrakli piştî 7 salan ji girtîgehê hate berdan. Mizrakli, ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîfa Fyê ji cem Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş hate tehliyekirin.

Selçûk Mizrakli, li pêşiya girtîgehê ji aliyê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter û rêvebrên DEM Partiyê, rêveberên HDKê, DBPê, Dayikên Aştiyê û girseyek qerebalix ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê Selçûk Mizrakli daxuyanî da.

‘Me gelek bêhiqûqî dît’

Selçûk Mizrakli diyar kir ku ew her kesî silav dike û wiha got: “Di dilê me de yek hestiyarî heye, jiyanek biratî û jiyak azad e. Bingeha ku niha me aniye gel hev jiyanek demokratîk e û têkoşîna azadiyê ye. Niha di girtîgehê de bi dehan hevalên me hene. Me ji wan hêz û hêvî girt. Bi hêza wan ez ji girtîgehê bi awayek serbilind derketim. Min ji hevalên me yên 18 salî heta 80 salî vê vînê wergirt. Belê me gelek bêhiqûqî dît. Îro ji bo Tirkiyeyê em hatin astekî din. Pêvajoyek girîng heye, ji der ve provakasyon dibe ku hebin. Ji bo vê divê gavên lezgîn werin avêtin. Tu tiştekî ku winda bikî tu yê li wê bigerî. Beriya niha li kolanan hevalên me dihatin kuştin. Piştî di sala 2015an de bêhiqûqî derket astekî bilind. Piştî sala 2015an me edaletê winda kir. Divê em demokrasiyê bihonînin. Divê lêgerîna me ya edaletê bidome. Em qala aştiyê dikin. Aştî ne ew e ku em bibêjin duh me nîqaş kir û îro em werin gel hev. Hişê çareseriyê heye. Ji bona wê divê pêvajo dilrast be. Pêvajoya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan hatiye destêpêkirin, bi xêr û xweşî ye. Ji bona wê divê pêvajo jî bi zelalî bi rê ve biçe. Kesek derkeve rê divê dawiyê jî bibîne. Em jî wekî gelê Tirkiyeyê divê pêşiya xwe bibînin. Hewceyî bi gavên ku baweriya gel pê were heye.”

‘Divê Abdullah Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan’

Selçûk Mizrakli bi bîr xist ku dema ew ji qawîşê derketiye Selahattîn Demîrtaş wî hembêz kiriye û xatir ji hev xwestine û ev yek anî ziman: “Dema ku Girtîgeha Edirne tê gotin, Demîrtaş tê hişê mirovan. Beriya min divê Demîrtaş bihata berdan û niha li vir bûya. Ez îro li vir im, dixwazin di demekî nêz de jî ji bo Demirtaş werim vir û wî pêşwazî bikim. Ez natirsim ku dîsa bikevim girtîgehê. Ez dixwazim hemû hevalên me werin berdan. Ez û Demîrtaş birayê hev, hevrêyê hev bûn. Me pişta xwe dida hevdu. Ji bo jiyanek û Tirkiyeyek baş û civakek demokratîk em difikiriîn. Demîrtaş jî dibêjê çi dibe bila bibe lê bila aştî pêk were. Ez dixwazim bibêjim; ne tenê Demîrtaş di di serî de divê birêz Abdullah Ocalan, Demîrtaş û hemû girtiyên azadiyê werin berdan û li derve bên cem hev.”

Etîket: Abdullah Ocalanselahattin demirtaşSelçuk Mizrakli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026
Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

23 COTMEH 2026
Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

23 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne