Li Kobanê di encama çalakiya şewitandina zindanê de 9 ciwan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şevê din piştî nerazîbûnên ji bo qetilkirina Endamê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ketin nava bajêr û 83 welatî xistin bin çavan.
Dema ku hêzên girêdayî hikûmetê xwestin kesên binçav bibin bajarê Helebê welatiyên binçavkirî di zindanê de dest bi çalakiyê kirin. Ciwanên ku di bin çavan de ji bo ku wan nebin bajarê Helebê di Zindana Kobanê de agir derxistin û di encama derxistin agir de 9 ciwanan jiyana xwe ji dest dan û 17 welatî jî birîndar bûn.
Ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane niha li Morga Nexweşxaneya Kobanê tê ragirtin, her wiha ciwanên ku birîndar bûne jî li Nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.













