• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Navenda Nûçeyan

13 ÎLON 2026 - 11:53
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê derbarê bûyerên li Kobanê de ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes birîndar bûn, daxwaza lêpirsînek serbixwe û şefaf a li ser bûyeran kir û bang kir ku pêşî li dijberiya gelên Kurd û Ereb were girtin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî bûyerên Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TJAyê bi vî rengî ye:

“Geşedanên ku bi şehadeta Sîpan Hiznî li Rojava dest pê kirin û bi jiyana 9 welatiyên me li Kobanê girantir bûn, ji bo gelên me xetereyek cidî nîşan didin. Berî her tiştî, em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û ji hemû gelê me re dixwazin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin; em ji gelê Kobanê re jî sersaxiyê dixwazin. Divê destûr neyê dayîn ku ev pêşketinên ku hesasiyetên civakî yên gelên Kurd û Ereb hedef digirin, bibin pevçûnek ku gelan li dijî hev rake.

Divê bûyer bi tevahî werin lêkolînkirin

Tiştên qewimîne nikarin ji pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê pêk tê, serbixwe werin nirxandin. Nêzîkatiyên li hember mafên ziman û nasnameyê yên gelê Kurd, bertekên civakî û bûyerên provokatîf ên piştre, hebûna hêzên ku dixwazin bi karanîna hesasiyetên gel pêvajoyê sabote bikin, nîşan didin. Divê qetilkirina Şehîd Sîpan Hiznî û bûyerên li Kobanê di vê çarçoveyê de werin lêkolînkirin û hemû berpirsiyar derkevin holê. Divê hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê polîtîkayên xwe yên zext û tundûtûjiyê yên li dijî gel bi dawî bikin; divê bûyer bi awayekî serbixwe û zelal werin lêkolînkirin. Tepeserkirina pirsgirêkan bi rêbazên ewlehiyê tenê dê rageşiyê kûrtir bike.

Jiyana hevpar hedef tê girtin

Wekî TJAyê, em bang li eşîrên Ereb, rêberên raya giştî û hemû hêzên civakî yên li herêmê dikin: Divê li dijî provokasyonan tevgerên berpirsiyar werin kirin û rê li ber afirandina dijminatiyê ya di navbera gelan de neyê vekirin. Nakokiyeke Kurd-Ereb ne di berjewendiya tu gelî de ye. Her hewldanek ji bo hedefgirtina îradeya jiyana bi hev re ya gelan di heman demê de pêşeroja demokratîk a Sûriyeyê jî hedef digire. Girîng e ku civaka navneteweyî, hêzên demokratîk, avahiyên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê û hemû aktorên ku pêşketinên li herêmê dişopînin li hember tiştên ku diqewimin bêdeng nemînin. Pêşeroja Rojava û Sûriyeyê ne li ser nakokiya di navbera gelan de, lê li ser wekhevî, edalet, demokrasî û jiyana hevbeş dê were avakirin.”

Etîket: Sîpan HiznîTevgera Jinên AzadTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

26 COTMEH 2026
Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

Jin dê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê pêk bînin

18 COTMEH 2026
Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

9 COTMEH 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

15 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne