• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

Riha / AW

15 ÎLON 2026 - 13:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî geşadanên li Kobanê daxuyanî da. Daxuyaniyê de hat detnîşankirin ku destwerdanên leşkerî zirarê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk û wiha hat gotin: “Pêvajoya entegrasyona demokratîk, bi rêzgirtina îradeya gelan, pêkan e. Êriş li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e, divê dawî li êrişên li dijî çalakiyên demokratîk bê anîn.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî kuştina Endamê Tugaya Hesekê Şehîd Sîpan Hiznî û bûyerên bi mirina 9 ciwan û birîndarbûna 17 kesan encam bûne li ber avahiyê DEM Partiyê ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin.

Metna daxuyaniyê ya tirkî ji aliyê Hevserokê DBPê yê Rihayê Mehmet Îrmek, a Kurmancî jî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu ve hat xwendin.

‘Êriş li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

Ayşe Surucu di destpêka daxuyaniyê de Sîpan Hiznî û 9 girtiyên di şewata Girtîgeha Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û wiha axivî: “Gelê me li hember kuştina Sîpan Hiznî berteka xwe ya demokratîk nîşan da, lê belê rastî êriş, binçavkirin û desteserkirinan hat. Ev êriş li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk a Sûriyeyê provokasyonek e. Nîşandana van bûyeran wekî meseleyeke eşîretî yan jî kesane, tê wê wateyê ku aliyê siyasî û civakî yê bûyerê nayê dîtin û rastiya tiştên qewimîn tê nixumandin.”

‘Meseleyên li Kobaniyê bi hev ve girêdayî ne’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşe Surucu destnîşan kir ku ev geşedan beşek ji polîtîkayên li dijî gelan e û destnîşan kir ku berteka gelê Kobaniyê rewa ye û got: “Piştî vê êrişê di şewata di girtîgeha Kobanê de qetilkirina 9 kesan alozî zêde kiriye. Van bûyerên ku li ser hev qewimîn bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku gelê Kobanê ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide derket kolanan û rastî êrişan hat. Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobanê û li vir êriş birin ser gel. Li dijî van bûyeran em ê tu carî bêdeng nemînin. Pêşveçûna pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku di çarçoveya peymana îmzakirî de tê meşandin; bi rêzgirtina li îradeya gelan, wekhevî, demokrasî û mafên demokratîk ve girêdayî ye. Ev pêvajo ne bi destwerdanên leşkerî û ewlekarî; bi diyalog, danûstandin û bingehgirtina îradeya azad a gelan dikare bi pêş ve biçe.”

‘Divê mafê zimanê dayikê bibe xwedî misogeriya zagonî’

Ayşe Surucu bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku 14 sal in li herêmê tê bikaranîn û wiha pê de çû: “Divê ev mafê gelê Kurd nebe mijara nîqaş û bazirganiyê, bibe xwedî misogeriya mayînde û zagonî. Hikûmeta demkî mecbûr e bi berpirsiyariya pêvajoya entegrasyona demokratîk tevbigere. Divê demildest dawî li êrişên li dijî çalakiyên demokratîk bê anîn. Hemû rêbaz û polîtîkayên ewlekariyê, cudakirinê û aloziyê yên ku zirarê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk bên terikandin. Divê kuştina Sîpan Hiznî, destwerdana li dijî gelê Kobaniyê û şewata li girtîgehê bi hemû aliyên xwe ve bên lêkolînkirin.”

Banga helwesta hevpar

Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Surucu banga piştevaniyê ji raya giştî kir û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû gelan, rêxistinên civakî yên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî ye! Li dijî polîtîkayên ku îradeya jiyana wekhev û azad a gelan, pêvajoya entegrasyona demokratîk û hewldanên aştiyê lawaz dikin, divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Siberoja Sûriyeyê divê li ser bingeha îradeya gelan û lihevkirina demokratîk bê avakirin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: bûyerên KobanêdaxuyanîPlatforma Ked û DemokrasiyêProvakasyonRihaSîpan Hiznî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

31 COTMEH 2026
KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

31 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne