• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr-Stenbol/ AW

1 MIJDAR 2026 - 23:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Aştiyê ku ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji bo pêvajoyê gavên pratîkî avêtine û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku ji bo aştiyê têbikoşin. Dayikên Aştiyê ji Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

Dayikên Aştiyê ku bi mebesta avêtina gavên berbiçav ên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, dabînkirina azadiya fîzîkî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya girtiyên siyasî beriya ku ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin, li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.  Daxuyanî ji aliyê Dayika aştiyê Behiye Yalçin ve hat xwendin.

‘Banga me li hemû dayikan werin em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin’

Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû 2 sal in berdewam dike û got: “Hinek xitimîn di pêvajoyê de hene. Dayikên Aştiyê yên ji Tirkiye û Kurdistanê ji saetên sibehê ve berê xwe dane Enqereyê. Qaseke din em ê jî ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin. Sibê em ê hemû bibin yek û dest bi Nobeta aştiyê bikin. Bi gavên yekalî ne pêkan e ku pêvajo bi pêş bikeve. Ger li holê rewşeke aştiyê hebe, divê dewlet jî gavan biavêje. Di vê pêvajoya ku em tê de ne, tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi pratîkî bersivê didin û ev yek wisa naçe serî. Em bang li dayikên Tirk dikin ku destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Werin sibê serê sibehê me pêşwazî bikin û em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin.”

Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê bi tilîlî û dirûşmeyan ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. 

Tekîrdag-Stenbol

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî li Rêxistina Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi dayikên ji Tekîrdagê hatibûn re hatin cem hev û ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dayikên ku li vir kom bûn, li ber stranan govend gerandin û tilîlî kişandin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

2yemîn Mîhrîcana Govendê bi coşek mezin dawî bû

2yemîn Mîhrîcana Govendê bi coşek mezin dawî bû

1 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

1 MIJDAR 2026
Konferansa jinan bi dawî bû: An aştî an neman

Konferansa jinan bi dawî bû: An aştî an neman

1 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

1 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne