Hunermend Delîl Dîlanar li Wanê konser da û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got:”Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û em bawer dikin ku ew ê bigihêje armanca xwe”
Hunermend Delîl Dîlanar li Wanê bi pêşengiya Şaredariya Riya Armûşê li Qada Bajar konserek li dar xist. Delîl Dîlanar di destpêka konserê de axivî û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Delîl Dîlanar di axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û got: “Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û em bawer dikin ku ev pêvajo tevî hemû zehmetiyan dê bigihêje armanca xwe.”
Welatiyên ku bi sedan kesî tev li konserê bûn, bi coşeke mezin guh dan berhemlên Delîl Dîlanar û piştgiriya xwe ji bo daxwazên aştiyê nîşan dan.



















