• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin  HATE NÛKIRIN

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amedsporê Eyupspor 5 û 1 têk bir

Amed / AW

1 MIJDAR 2026 - 15:49
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Di hefteya 10emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê Eyupspor 5 û 1 têk bir û di lîgê de rêza xwe ya duyemîn parast.

Di hefteya 10emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Eyupspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maçê ketin stadê.

Beriya maç dest pê bike alîgiran dirûşmên “Şampiyon Amed”, “Amed Amed”, “Kîne em, Kurd in em” berz kirin.

Maç çawa dest pê kir lîstikvanê Amedsporê Samuel Balet pozîsyoneke bi bandor bi dest xist lê nekarî golê biavêje.

Dû re di deqîqeya 13yan de Amedspor bi gola Ermal Krasnîq golek avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Eyupsporê. Dema deqîqe bû 21 alîgirên Amedsporê sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” berz kirin. Dû re di deqîqeya 27an de lîstikvanê Amedsporê Fûrkan Soyalp golek avêt lê hakemî piştî nirxandina pozîsyonê biryara ofsaytê da û gol betal kir.

Alîgiran bi dirûşma “Amed gol gol gol” berz kirin û Amedsporê di deqîqeya 35an de bi gola Gîft Emanuel Orban skor kir 2 û 0. Pişt re tenê piştî heft deqîqeyan di deqîqeya 42yan de vê carê lîstikvanê Amedsporê Samûel Ballet gol avêt û skor bû 3 û 0. Hakemê maçê 2 deqîqe li beşa ewil a maçê zêde kir. Di vê beşê de Gîft Orban pozîsyoneke bi bandor bi dest xist lê nekarî bike gol û beşa ewil a maçê 3 û 0 bi dawî bû.

Amedsporê bi lez dest bi beşa duyemîn kir û di deqîqeya 52yan de bi gola Samuel Ballet skor kir 4 û 0. Alîgirên Amedsporê di maçê de bênavber piştevaniya tîma xwe kirin dirûşmên “Kîne em Kurd in em” , “Vaye alîgir vaye şampiyon” , “Kesk Sor Şampiyon Amed” berz kirin.

Lîstikvanê Eyubê Ahmed Abdullahi di deqîqeya 73yan de golek avêt û skor bû 4 û 1.

Amedsporê bi lîstika xwe ya bi bandor di deqîqeya 83yan de penaltiyek bi dest xist. Samuel Ballet ku penalti kir gol bi avêtina gola sêyemîn hatrick kir. Dû re lîstikvanê Amedsporê Yira Sor di deqîqeya 82yan de gol avêt lê hakemî bi hinceta Samûel Ballet faul kir gol betal kir û biryara faûlê da. Hakemî ji ber faûlê kartê sor da Samûel Balet û ji lîstikê derxist. Dû re hakemî 4 deqîqe li beşa duyemîn a maçê zêde kir.

Pişt re her du tîman çû gol neavêtin û maç bi skora 5 û 1 bi dawî bû. Piştî maç qediya alîgiran sirûda “Dîren Ha Diyarbekir Dîren” berz kirin û bi lîstikvanan re encam pîroz kirin. Alîgiran pîrozkirina serkeftinê li derveyî stadê jî domand.

Kes nikare li sehaya Amedsporê wê têk bibe

Bi vê encamê Amedsporê pûanên xwe kir 23 û di lîgê de rêza xwe ya duyemîn parast. Amedspor 28 maç in li sehaya xwe têk naçe.

Amedspor dê di 7ê Mijdarê de saet di 19.00an de li Stenbolê bi tîma Galatasarayê re bilîze.

Etîket: Amed SporEyupsporStada Tahîr Elçî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

Alîgirên Amedsporê li ber BBPê pankarta ‘Hûn kor bin jî hûn ê bibînin’ vekirin

4 ÎLON 2026
Alîgirên Amedsporê di bin yek banê de hatin gel hev

Alîgirên Amedsporê di bin yek banê de hatin gel hev

12 TEBAX 2026
Amedsporê biryar girt ku bi Nahît Eren re berdewam bike

Amedsporê biryar girt ku bi Nahît Eren re berdewam bike

25 GULAN 2026
Amedsporê Manîsaspor têk bir û 3 pûanên girîng bidest xist

Amedsporê Manîsaspor têk bir û 3 pûanên girîng bidest xist

15 ADAR 2026
Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

10 KANÛN 2025
TFFê ji ber nivîsa Kurdî ceza da Amedsporê

TFFê ji ber nivîsa Kurdî ceza da Amedsporê

26 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne