• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedsporê Manîsaspor têk bir û 3 pûanên girîng bidest xist

Amed / AW

15 ADAR 2026 - 23:20
Kategorî: SPOR
A A
Amedsporê li sehaya xwe Manîsaspor 2 û 0 têk bir û di rêya şampiyontiyê de 3 pûanên girîng bi dest xist. Amedspor bi vê serkeftinê derket rêza duyemîn.

Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Manîsaspor di hefteya 31emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê li stadê cihê xwe girtin. Beriya maç dest pê bike li stadê stranên Kurdî û Tirkî lêxistin û alîgiran li ber stranan li govend gerandin, li çepikan dan û dirûşm berz kirin.

Hasan Alî Kaldirim seqet bû

Amedspor bi destpêkirina maçê gelek pozîsyonên dîtin lê nekarî golê biavêje. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Di deqîqeya 17emîn de lîstikvanê Amedsporê Hasan Alî Kaldirim seqet bû nekarî bilîze. Ji ber vê yekê Celal Hanalp kete şûna wî. Di beşa ewil a maçê de her du tîman jî nekarî golê biavêjin û beşa ewil a maçê 0 û 0 bi dawî bû.

Daniel Moreno bi asîsta Dia Saba gol avêt

Di beşa duyemîn a maçê de Amedsporê dîsa gelek pozîsyon dîtin. Alîgiran jî bênavber dirûşmên weke “Kesk, Sor Şampiyan Amedspor” berz kirin. Di maçê de lîstikvanên Amedsporê Zdravko Dîmîtrov, Cem Ustundag û Florent Hasanî derketin û şûna wan Dia Saba, Daniel Moreno û Adama Traore ketin maçê. Piştî vê guhertinê Daniel Moreno bi asîsta Dia Saba di deqîqeya 81an de gol avêt û Amedspor 1 û 0 kete pêşiya Manîsasporê. Piştî golê Amedsporê bibandortir lîst û gelek pozîsyon dîtin. Hakemê maçê di di deqîqeya 76an de qertê sor da lîstikvanê Manîsasporê Alenîs Vargas û ji lîstikê derxist.

Dû re di encama lîstika bibandor Amedsporê di deqîqeya 94an de goleke din avêt. Şûta ku lîstikvanê Amedsporê Daniel Moreno kişandî bi lîstikvanê Manîsasporê Ada Îbîk ket bû gol. Amedspor 2 û 0 bi serket û di rêya şampiyontiyê de 3 pûanên gelek girîng bidestxist.

Amedspor dê hefteya pêşiya me bi Hataysporê re bilîze

Amedspor bi vê encamê pûanên xwe kir 64 û bi maçeke zêde derket rêza duyemîn. Amedspor dê hefteya pêşiya me an ku di 22yê Adarê de li sehaya Hataysporê bi wê re bilîze. Heke Erokspor a niha maçeke wê kêm e sibê pûanan winda bike Amedspor dê di rêza duyemîn de bimîne.

Etîket: 3 pûanAmespormaçManîsaporStada Tahîr Elçî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

Amedspor, Erziromsporê 3-0 têk bir: Di Lîga Super de bû yekemîn

16 TEBAX 2026
Amedspor li hemberî Zaxosporê 1-0 bi ser ket

Amedspor li hemberî Zaxosporê 1-0 bi ser ket

31 TÎRMEH 2026
Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

16 TÎRMEH 2026
Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

15 TÎRMEH 2026
Îspanya di nîvefînalê de bû reqîbê Fransayê

Îspanya di nîvefînalê de bû reqîbê Fransayê

11 TÎRMEH 2026
Norveç û Îngilistan derketin fînala çarîk

Norveç û Îngilistan derketin fînala çarîk

6 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne