TOHAV ji bo parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin panelekî li dar xist, di panelê de hate destnîşankirin ku divê xwedî li mîrataya têkoşînê parêzerên ku canê xwe dane were derketin.
Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ji bo bibîranîna parêzerên ku di meha Mijdarê de hatine qetilkirin; Medet Serhat, Şevket Epozdemîr û Tahîr Elçî, li avahiya weqfê ya li navçeya Beyogluya Stenbolê panelek li dar xist. Xizmên parêzerên ku hatine kuştin, hiqûqnas û gelek parêzvan tev li panalê bûn.
Di panelê de parêzer Mahsun Bati û Hîkmet Epozdemîr axivîn.
‘Têkoşîna wî gelek kesan re bû hêvî’
Ewilî Mahsun Bati axivî. Mahsun Bati diyar kir ku di meha mijdarê de gelek kesên girîng jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Îro salvegera kuştina Ûgûr Kaymaz e jî e. Di sala 1996an de min Tahîr Elçî nas kir. Kesên ku wî nas dikirin dizaniyan ku Tahîr Elçî kesek cuda ye. Têkoşîna wî gelek kesan re bû hêvî. Divê em mîrateya wî bidomînin. Derbarê wî de gelek tişt dikarin bêne gotin lê her tim kêm dimînin.”
‘Em ê bîranîna wan ji bîr nekin’
Hîkmet Epozdemîr jî anî ziman ku di vê mehê de gelek parêzerên Kurd hatin qetilkirin û wiha axivî: “Divê navên wekî Faîk Candan û Yûsûf Ekîncî jî werin bîranîn. Ew welatparêz bûn, Kurd bûn, ji bo welatê xwe têdikoşiyan. Medet Serhat jî parêzerekî pir xebatkar û bêtirs bû. Tu carî di navbera mirovan de cudakarî nedikirin. Wan qetil kirin. Em ê bîranîna wan ji bîr nekin.”
Panel bi nîşandana belgefîlmekî bi dawî bû.


















