• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    Der barê hevdîtina Talebanî û Fîdan de daxuyanî

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî

Wan / AW

4 TÎRMEH 2026 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn a asayî li dar xist. Di kongreyê de Nazîme Bor ile Mehmet Çelebî wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Serhedê (KURDÎWAR) li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Di kongreyê de pankarta ‘Bi ronahiya wêjeyê ber bi civaka demokratîk’, ‘Wêje honandina hêlîna ziman e’ û ‘Wêje û ziman hebûna civaka demokratîk e’ hatin daliqandin û gelek nivîskar, wêjekar û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn.

Ewilî endamê komîteya kongreyê Lokman Babat di axaftina xwe de bal kişand ser asta ku wêjeya Kurdî îro gihiştiye û astengiyên li pêşberî naskirina wê ya li qada navneteweyî.

Lokman Babat diyar kir ku ji ber nebûna sazî û dezgehên neteweyî û ji ber bêstatubûnê, berhemên kurdî negihiştine cîhanê û wiha got: “Ez bawer dikim ku îro wêjeya Kurdî gihîştiye asteke pir girîng û pir baş. Lêbelê ji ber sazî û dezgehên me bi pêş neketin û em wek milet bêdewlet bûn, kêmasiyên me yên mezin çêbûn. Ji ber vê çendê, di cîhanê de wêje, nivîskar, helbest, çîrok û dîroka me nehatiye naskirin. Îro dema tu ji Îngilîzekî, Amerîkayiyekî yan jî Erebekî bipirsî ku ‘Hûn Kurdan çawa nas dikin?’, dê bibêjin Kurd gelekî wêrek û şervan in. Lê dema tu bibêjî ka navê nivîskarekî Kurd bêje, heke têkiliyeke wan hebe, dibe ku tenê behsa Ehmedê Xanî yan Melayê Cizîrî bikin. Ji nivîskarên hemdem jî belkî hinek kes navê Mehmed Uzun bizanibin, lê bi giştî wêjeya me zêde nayê naskirin.”

‘Armanca me di bin banê KURDÎWARê de xebatên mayînde ne’

Piştre hevserokê demkî yê KURDÎWARê Qahir Bateyî axivî û bal kişand ser xebatên komeleyê û astengiyên ku di pêvajoyê de derketine pêş.

Qahir Bateyî diyar kir ku kêmasiyên heyama borî ne ji ber keyfiyetê lê ji ber sedemên aborî û hincetên cuda yên kar bûn û ev yek vegot: “Hincet û sedemên karên me yên cudatir, pirsgirêkên aborî û gelek sedemên din hebûn ku hinek karên me paşve man; ne ku ji ber kêfê ev tişt pêk hatiye. Lê dîsa jî heke me hinekî din zor bida xwe, belkî me dikaribû xebatên komeleyê hîn bêhtir bi pêş bixistana. Lê belê, em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve, heke em hemû bi hev re dest bidin destê hev, em ê vê komeleyê geş bikin. Armanca me ya mezin ew e ku em xebatên edebiyata Kurdî li herêma Serhedê geştir bikin û di bin banê vê komeleyê de xebatên mayînde pêk bînin.”

‘Berhemên takekesî negihiştine gel’

Endamê KURDÎWARê Orhan Sakçî jî li ser navê aktivîstên çandê axivî û bal kişand ser pirsgirêkên kronîk ên weşangerî û belavkirina berhemên Kurdî.

Orhan Sakçî anî ziman ku heta îro xebatên pir giranbiha hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Nivîskarên me bi hewldanên xwe yên kesane pirtûk û berhemên pir bi qedir û qîmet derxistine holê. Lê belê, mixabin ev berhem di asta ku tê xwestin de negihîştine nav gel, ev qad ji bo wan hinekî girtî maye. Îro weşanxaneyên me jî di bin van şert û mercên giran de zoriyeke mezin dikişînin. Pirtûkan çap dikin û derdixin, loma ji ber nebûna derfetên aborî û sazîbûnê, nikarin wan pirtûkan li her derê belav bikin. Derfetên kesane yên gelê me jî diyar in û piştgiriya ji bo huner û wêjeya Kurdî hîn kêm e.”

‘Ev karekî pîroz e’

Nivîskar û dîrokzan Îhsan Colemêrgî jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku karê KURDÎWARê şoreşeke pîroz a ziman e û ev tişt vegot: “Berî her tiştî ez rêz û îhtirama xwe pêşkêşî wan hevalên ku ev biryar stendine dikim. Ez karê wan karên pîroz dibînim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Mijara me ya bingehîn zindîkirina zimanê Kurdî û parastina zimanê nivîskî ye. Hûn dizanin ku nivîsandin dahênaneke dîrokî ya Sumeriyan e. Sumerî li jêriya Mezopotamyayê dijiyan û ew û kalikên Kurdan ên Zagrosî cîranên hevdu bûn. Dema qewmiyeta cîraniyê dest pê dike, em dibînin ku di navbera ziman û berhemên Sumeriyan de têkiliyeke xurt ava dibe. Li welatê Sumeriyan di destpêkê de zimanê prestîjê, zimanê îbadetê yek bû, lê paşê bi hewldanên cuda, pirzimanî derket meydanê.”

‘Divê rewşenbîr jî weke siyasetmedar azad be’

Di berdewamiya kongreyê de, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê û Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û destnîşan kir ku avakirina komeleyên çand û hunerê ji bo civaka Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Sînan Çîftyurek bal kişand ser dînamîkên guhertina civakî û têkiliya di navbera huner û siyasetê de û ev nirxandin kir: “Di guhertina civakê de du dîsîplînên sereke hene, yek çand û huner e, ya din jî siyaset e. Siyaset dema dixwaze di civakê de guhertin û îsyana xwe pêk bîne, heke bingeha çand û hunerê di nav wê civakê de guhertineke kûr çênekiribe, guhertina ku siyaset dixwaze bike pir zor, zehmet û hişk dibe. Ji bo vê yekê, mîsyona guhertinê ya çand û hunerê di nav civakê de gelekî girîng e. Ji Ehmedê Xanî heta Mehmed Uzun, ez hezar carî spasiya hemû kedkarên çandê dikim û rêzê li ber wan digirim. Xala duyemîn a girîng, têkiliya navbera rewşenbîr û siyasetmedaran e. Di navbera van her du aliyan de her dem pirsgirêk û alozî heye. Ji bo çareseriyê, xala bingehîn ev e; divê çand, huner û rewşenbîrên me di hilberîna xwe ya afirîner de bi tevahî azad bin. Çawa siyaset azad e, divê rewşenbîr jî di qada xwe de azad bin.”

Rêveberiya nû hat hilbijartin

Piştî axatinan rêveberiya nû hat hilbijartin û Nazîme Bor û Mehmet Çelebî weke hevserokên nû yên KURDÎWARê hatin hilbijartin.

Li ser navê rêveberiya nû hevserokê nû yê KURDÎWARê Mahmut Çelebî axivî û bal kişand ser pênase, navê fermî û mîsyona komeleyê ya li herêmê û wiha got: “Navê vekirî yê KURDÎWARê, Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Serhedê ye. Armanca bingehîn a vê komeleyê ew e ku di bin sîwana vê saziyê de, hemû wêjekar û nivîskarên Kurd bên cem hev. Ji bo herêma Serhedê hewcedariyeke pir mezin bi gaveke bi vê rengî hebû. Heta îro hevalên me gelek ked dan û tiştên pir baş derxistin holê. Ez hêvî dikim ku ji îro û pê ve, xebatên me dê hîn çêtir û xurtir bibin.”

Piştî axaftina hevserokê nû kongre bi dawî bû.

Etîket: Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya SerhedêKURDÎWARTahir Elçî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

23 HEZÎRAN 2026
Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

Şopînerên Rojên Pirtûkan: Pêşxistina Kurdî barê me hemûyan e

20 HEZÎRAN 2026

Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

18 HEZÎRAN 2026
Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

11 HEZÎRAN 2026
Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

2 NÎSAN 2026
Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

1 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tê gotin li Hewlêrê balafirek Îranê hate xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceribandineke nû ya ‘quartedê’: ‘Kelîyên Veşartî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bila aştî pêk were, weke ku kurê min 27 salan di hepsê de nemabe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îstînafê cezayê li rojnameger Altintaş hatibû birîn xera kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji şofêrên Amedê çareseriya germê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Aboriya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (80)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne