Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di çalakiya nobedê ya girtiyên nexweş de axivî, bi lêv kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e û xwest saziyên berpirs ên dewletê dengê malbatên girtiyên nexweş bibihîse.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 5an de didomînin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî serdana çalakiya nobede ya îro kir. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pınar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat jî tev li çalakiyê bûn. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê û gelek jî kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
‘Êdî tehemûl nema’
Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku weke DEM Partî ew heta dawiyê piştgiriya çalakiyê dikin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran jî nayên berdan. ATK tevî sonda hipokratê jî peywîra xwe bicih nayne û tevî girtî nikarin di van şert û mercan girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Em li vir bang li saziya ATKa jî dikin ku peywîra xwe bi cih bîne. Tuncer Saglam ji ber tedawiyeke baş nehat kirin jiyana xwe ji dest da. Evîn Zapsû penceşêra asta 4an e lê tevî vê jî nayê berdan. Ez li vir Wezîrê Dadê dipirsim; ew di kîjan dînî de heye girtiya nexweş benda mirinê bihêle. Newroz Bozkurt li girtîgeha Sîncaneyê. Tevî nexweşiya Kronîk Losemî jî nayê berdan. Dema min girtiyên Sîncanê re hevdîtin kirin ji me re qala sepanên îşkence yên girtîgehê kirin. Me li ser vê yekê gelek caran bi Wezîre Dadê re hevdîtin kir. Ez li vir bang li Wezîrê Dadê û rêyedarên dewletê dikim ku dawî li vê sepanê bibin û girtiyên nexweş berdin. Êdî tehemûl nema.”
‘Divê girtîgeh nebin tabutxane’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê dê çû: “Ji me dipirsin dibêjin girtiyên nexweş neyên berdan dê çawa çareserî bibe. Em jî li vir dipirsin. Piştgiriya herî xurt ji bo pêvajoyê berdana girtiyên nexweş e. Ez li bang li hemû saziyên maf û hiqûqê dikim ku piştgiriyeke xurt bidin çalakiya malbatan. Divê girtîgeh nebin tabutxane.”
‘Dixwazin weke malbatên girtiyên nexweş hevdîtinê jî ji Wezareta Dadê re bikin’

Hevserokê Giştî yê MEDTUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo pirsgirêka Kurd di girtîgehan de ne û wiha axivî: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê helwesta dewletê ya girtiyan biguhere. Tevî 2 sal in pêvajo destpêkiriye jî bandora pêvajoyê li girtîgehan nekiriye. Heke ew pêvajo bimeşe bi guherandina helwesta dewletê ya girtiyan pêkan e. Tevî rapora nikare di girtîgehan de bimine jî berdana girtiyan tê astengkirin. Heta girtiyên nexweş neyên berdan çalakiya me dê bidome. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em hêvî dikin rojek beriya rojeke Wezareta Dadê û rayedarên dewletê nêrîna çewt a girtiyan biguherînin. Dewlet bi birêz Ocalan re li ser masayê rûniştiye. Em jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Lê ew girtî jî ji ber pirsgireka Kurd hatine girtin û divê dewlet vê yekê neke mijara bazarê. Divê Wezîrê Dadê dengê dayikan bibihîse û em jî dixwazin weke malbatên girtiyên nexweş hevdîtinê jî ji Wezareta Dadê re bikin. ”
Piştî axaftinan girse dest bi çalakiya nobedê kir.

















