Çalakiya nobeda rûniştinê ya bêdem ku ji bo girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin, di roja 4an de didome. Malbatên girtiyên nexweş û saziyên demokratik diyar kirin ku hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehan de tune ye û ji bo girtiyên nexweş werin berdan û bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê dê çalakiya xwe bidomînin.
Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihiştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 4an de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bê navber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vêbikin” hat vekirin. Malbatên girtiyên nexweş Omer Gunerî, Yakup Akman, Mizgîn Akman, Selîm Çîfçî ku li Stenbolê hatin û Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniya çalakiyê de destpêkê nûnerê TUHAY-DERê Şîrîn Altay axivî û diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih werin dê çalakiya xwe bidomînin.
‘Di tensuristiya girtiyên nexweş de berpirs dewlet e’

Piştrê jî berdevka TUHAY-DERê ya Stenbol Nursel Karagoz axivî û destnîşan kir ku ew ji bo çalakiyê ji Stenbolê hatine û wiha axivî: “Di tenduristiya girtiyên nexweş de berpirs dewlet e. Em dibêjin niha şûn ve divê tu girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest nedin. Rêveberiya girtîgehê nikare li hember tenduristiya girtiyên nexweş bêdeng bimîne. Mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e. Divê ew maf demildest pêk were. Ji aliyekî ve pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji aliyê din vê rewşa girtiyên nexweş nayê qebûlkirin. Divê tu kes vê yekê qebûl nake. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
‘Em dev ji parastina mafê jiyanê bernadin’
Rêveberê SESê Denîz Topkan ku ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bû, anî ziman ku mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e û ev tişt vegot: “Gelek girtiyên nexweş ji ber ku nikarîn bigihêjin mafê tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Di qanûnan de jî hatiye destnîşankirin ku di tenduristiya girtiyan de dewlet berpirs e. Lê girtî nikarin bigihêjin mafê tenduristiyê. Girtî bi sepanên tecrîdê ve rû bi rû ne û ew yek bêhtir bandor li ser rewşa nexweşiyan dike. Her wiha girtî di dema sewqî nexweşxaneyê de rastî lêgerîna nava dev tên û ew yek sepanan li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em bang li rêyedarên dewletê dikin ku dengê vê çalakiyê bibihîsin û girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em dev ji parastina mafê jiyanê bernadin. Rewşa girtiyên nexweş nabe bazariya pêvajoyê. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê şopdarê vê têkoşîne bibin.”
‘Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye’
Pismamê girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku beriya 13 rojan jiyana xwe ji dest dabû Ercan Saglam jî diyar kir ku ji bo êdî tu girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin ew di nav çalakiyê de ne û ev tişt anî ziman: “Tuncer Saglam nêzî 5 meh û nîv berê nexweş bû û sewqî nexwesxaneyê bû. Lê ji ber ku cîhaz têr nedikir sewqî Enqereyê hat kirin. Tuncer roj bi roj diheliya. Tevî nedikarî pêdiviyêz xwe bi tenê serê xwe dabin bike jî sewqî girtîgehê kirin. Me ew êş kişand lê êdî em qebûl nakin hevalên me yên din jî jiyana xwe ji dest bidin. Hesasiyeta pêvajoyê di girtîgehê de tune ye. Ji bo girtiyên nexweş werin berdan û bigihêjin mafê tenduristiyê em di çalakiyê de ne.”
‘Em ji bo mafê xwe li vir in’

Cigîrê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Rêxistinkirinê berpirsyar Mahfuz Guleryuz jî da zanîn ku ew ji bo daxwaza mafên xwe li ber Wezareta Dadê ne û wiha axivî: “Em ji bo mafên xwe hatine vir. Em hatine peywîra Wezareta Dadê bi bîr bixîn. Rewşa girtiyên nexweş ku dikin mijara bazariyê em qebûl nakin. Divê girtîgeh nebin cihên kuştinê. Girtîgeh bûnê malên kuştinê. Ew bê hiqûqî ye. Em li dijî vê hiqûqê berxwedana xwe bidomînin. Weke DEM Partî heta dawiyê em ê li rex vê çalakiyê bin.”
‘Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Dayika 2 girtiyên nexweş Fînce Akman ku li Stenbolê ji bo çalakiyê hatiye, destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş bên berdan ew dê di çalakiyê de bin û ev tişt anî ziman: “Em li ku bin jî dewleta Tirk dijminatiya xwe didomîne. Em li vir di çalakiyê de ne bi zanebûn li hemberî me makîneyê didin şixulandin. Heke cesareta Wezareta Dadê hebe bila were vir. Em ê derdê xwe bibêjin. Feydeya kesî di şer de tune ye. Dibêjin pêvajo lê me tu gav nedîtin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rojek beriya rojeke girtiyên nexweş berdin.”
Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya nobedê kir.

















