Baregeha esasî ya hêzên ewlekariya Iraqê ya li herêma Cerf Sexir hate vekirin û berpirsyariya ewlekariya herêmê radestî hêzên dewleta Iraqê hate kirin.
Rayedarên Iraqî têkildarî rewşa ewlekariyê ya herêma Cerf Sexirê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Fermandarê Baregeha Kontrola Bingehîn Ahmed Hatim Hamid di civîna çapemeniyê de axivî û ragihand ku ji bo hêzên polîs û artêşa Iraqê baregeh hate avakirin û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ji bo pêvajoya bicihbûna hêzên leşkerî bişopîne û tedbîrên hatine wergirtin kontrol bike çûye herêmê.
Berdevkê Serokê Fermandariya Hêzên Çekdar jî di axaftina xwe de got ku rêveberiya herêma Cerf Sexir bi temamî radestî baregeha kontrolê hatiye kirin.
Li aliyê din Serokê Yekîneya Enformasyona Ewlekariyê got, ji bo parastina xetên petrolê yên li herêmê tabûreke komando li herêmê hatiye bicihkirin. Her wiha anî ziman ku ewlekariya herêma Cerf Sexir wê êdî di kontrola hêzên federal de be.












