Di demekê de ku gelê Şengalê li benda naskirina mafên xwe yên îdarî, civakî û siyasî ye, Partiya Ciwanên Êzidî ya ku sala 2026’an ava bû bi îdîaya ku gefê li ewlehiya komara Iraqê dixwe hate girtin.
Li Şengalê ev demeke di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêvajoyeke girîng li gel hikûmeta Iraqê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de yek ji daxwazên civaka Êzidî jî ew e ku îradeya wê ya siyasî, civakî û îdarî were qebûlkirin. Di pêvajoyek bi vî rengî de ku civaka Êzidî li benda naskirina îradeya xwe ya siyasî ye, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî da.
Di 13yê Cotmeha 2026an de Dadgeha Federal ya Iraqê biryara girtina Partiya Ciwanên Êzidî dabû. Piştî ku di 13ê Cotmehê de biryara girtinê hate dayîn, Serokê Partiya Ciwanên Êzidî li dijî biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan serî li Dadgehê dabû û diyar kiribû ku ev biryar nayê qebûlkirin, li dijî destûrê ye, bi taybetî li dijî Madeya 39an ku azadiya damezrandina partiyên siyasî misoger dike û ev biryar li ser raporên ewlehiyê yên ne zelal hatiye avakirin; lewra xwestibû ku biryar were betal kirin.
Dadgeha Federal îtiraz di dema xwe de dît û ji aliyê şiklî ve pejirand. Lê belê, di naverokê de dadgehê dît ku Daîreya Partiyan a Komîsyona Hilbijartinan bi rêya raporên ewlehiyê yên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine pêşkêşkirin, gihîştiye wê baweriyê ku çalakiyên vê partiyê “Gefê li ser ewlehiya Komara Iraqê, yekîtiya axa wê û serweriya wê dixwin.” Bi vê hincetê, biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a hejmara 20 û bi dîroka 13ê Cotmeha 2026an a li ser hilweşandina Partiya Ciwanên Êzidî hate pejirandin. Bi vê biryarê re, dawî li çalakiyên partiyê hat anîn, biryar hate girtin ku hemû navendên wan werin girtin û dest deynin ser mal û milkên wan.
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Ciwanên Êzidî di 9ê Nîsana 2026’an de kongreya xwe ya damezrandinê, li navenda Şengalê di bin çavdêriya Lijneya Daîreya Komîsyona Hilbijartinan a Partiyên Siyasî de û bêyî ku tu îtiraz ji aliyê lijneyê ve hebe, pêk anîbû.













