• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Piştgiriya nobeda dayikan didome: Heta Serok azad nebe tiştek çareser nabe

    Piştgiriya nobeda dayikan didome: Heta Serok azad nebe tiştek çareser nabe

    Nobeda Dayikên Aştiyê di seatên evarê de didome

    Nobeda Dayikên Aştiyê di seatên evarê de didome

    Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

    Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

    Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

    Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Piştgiriya nobeda dayikan didome: Heta Serok azad nebe tiştek çareser nabe

    Piştgiriya nobeda dayikan didome: Heta Serok azad nebe tiştek çareser nabe

    Nobeda Dayikên Aştiyê di seatên evarê de didome

    Nobeda Dayikên Aştiyê di seatên evarê de didome

    Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

    Bernameya sibê ya Dayikên Aştiyê diyar bû

    Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

    Dayika gerîla û leşker ji bo aştiyê destên hev girtin

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCÊ-E: Pêşeroja Êzdiyan divê bi îradeya wan a azad bê diyarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

2 MIJDAR 2026 - 13:30
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa civaka Êzdî ya li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê. Koordînasyonê destnîşan kir ku ew piştgiriya diyalog û çareseriya demokratîk dikin, lê belê nûnertiya bêîrade û hevdîtinên ji derveyî civakê qebûl nakin.

Kordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê li ser rewşa civaka Êzdiyan a li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku guherînên siyasî yên li Rojhilata Navîn ji bo civaka Êzidî hem derfetên nû hem jî berpirsiyariyên girîng tînin holê. Daxwaza bingehîn a Êzidiyan ew e ku di dirêjahiya dîrokê de ji ber bawerî û çanda xwe rastî ferman û zextan hatine, ewlehiya wan bê dabînkirin, mafên wan bên misogerkirin û siberoja wan bi destê îradeya wan a azad bê diyar kirin.

Daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi vî rengî ye:

“Em wisa bawer dikin ku her hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyên li Şengalê (Iraq), Tirkiye û Sûriyeyê, divê mercên taybet ên her welatî li ber çavan bigire û di çarçoveya rêgezên demokratîk de bê nîqaşkirin. Azadiya bawerî û nasnameyê, ewlehî, mafên kolektîf, welatiya wekhev û temsîliyeta demokratîk a Êzdiyan divê bibin bingeh ji bo van hemû pêvajoyan.

Em piştgiriyê didin avakirina diyalogê bi saziyên dewletê û aktorên siyasî re, meşandina danûstendinan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane. Lê belê rewayiya her hevdîtinekê ku li ser navê civakê tê kirin, tenê bi danîna têkiliyan an çêkirina peymanan ve sînorkirî nîne; divê di serî de li ser îradeya azad a civaka Êzdî, rayedarkirina eşkere, beşdariya piralî, zelalî û hesabdayînê be.

Helwesta me ya rêgezî zelal e: Em piştgiriya diyalog û danûstendina demokratîk dikin, lê em tu carî rêbazên ku îrade û mafê nûnertiya rewa ya civaka Êzdî ji derve dihêlin yan tune dihesibînin, qebûl nakin. Ev nêzîkatî ji bo hemû pêvajoyên çareseriyê yên li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e.

Li ser rewşa Şengalê û peymana bi Hikûmeta Iraqê re

Qirkirina ku di sala 2014an de ji aliyê DAÎŞê ve li dijî civaka Êzdî ya li Şengalê pêk hat, pirsgirêkên ewlehî, koçberkirin, rêxistina civakî û statuya siyasî anî asteke pir girîng û jiyanî. Têkoşîna piştî qirkirinê ne tenê ji bo parastina hebûna Êzdiyan e, di heman demê de armanca wê ew e ku ew bi nasnameya xwe ve bi azadî bijîn û di derbarê paşeroja xwe de bibin xwedîgotin.

Di vê çarçoveyê de, em hevdîtinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re û peymana ku di navbera wan de hatiye çêkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê wekî geşedaneke erênî û girîng dinirxînin. Divê aliyên peymanê yên ku dikarin tevkariyê li ewlehî, mercên jiyanê, çareserkirina pirsgirêkên niştecihbûnê û misogerkirina mafên Êzdiyan bikin, bi awayekî erênî bên berçavgirtin.

Li hemberî vê yekê, em ne rast dibînin ku ev peyman wekî hewldanek li dijî gelê Kurd an Kurdistanê bê nîşandan. Şîroveyên bi vî rengî cewhera mijarê û mercên siyasî yên Şengalê piştguh dikin; lêgerînên çareseriyê di ser nîqaşên aîdiyetê yên cûda re serûbin dikin. Teşhîrkirina geşedanên erênî û veguherandina wan bo mijareke sabotajkar, ji berjewendiyên civaka Êzdî re xizmetê nake.

Pêkanîna danûstendinan û gihîştina peymanekê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, bi tu awayî nayê wateya redkirin an înkarkirina peywendiyên dîrokî, civakî û çandî yên Êzdiyan ên bi gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê re. Di navbera hevdîtina bi dewleta Iraqê re û qebûlkirina ku Êzdî parçeyekî rastiya dîrokî ya gelê Kurd û Kurdistanê ne de, tu nakokî nînin. Beramberî hev rawestandina van her du mijaran, pêvajoya çareseriyê dixe ser zemînekî şaş.

Pêwîst e mercên siyasî û hiqûqî yên heyî yên li Şengalê, hevsengiyên hêzê yên herêmî û pêdiviyên ewlehiyê bi awayekî rast bên nirxandin. Helwesteke bi rêgez ne paşguhkirina mercên li ser erdê ye, belkî pêşxistina çareseriyên ku di nava van mercan de maf û destkeftiyên Êzdiyan xurtir dikin e.

Bêguman, naveroka peymanê, encamên wê û asta garantîkirina mafên Êzdiyan dikarin bên rexnekirin û bi awayekî demokratîk bên kontrolkirin. Lê belê armanca rexneyan divê çareserkirina kêmasiyên peymanê û pêşxistina destkeftiyan be; divê neyê bikaranîn da ku peymanê wekî dijberiya gelê Kurd û Kurdistanê nîşan bide. Qebûlkirina aliyên erênî yên peymana Şengalê nabe asteng ku kêmasiyên wê bên nîqaşkirin, û berevajî vê yekê jî, rexnekirina kêmasiyan maf nade tu kesî ku peymanê manîpule bike yan berovajî bike.

Tirkiye: Nirxandina pêvajoyê û pirsgirêka nûnertîyê

Li Tirkiyeyê, em her hewldaneke dilpak a ku ji bo naskirina azadiya bawerî û nasnameya Êzdiyan, vegera wan a bi ewle û bi rûmet bo gundên wan, çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê, astengkirina cûdakariyê û misogerkirina mafên welatiya wekhev tê kirin, bi çavê erênî pêşwazî dikin.

Lê belê, em di wê baweriyê de ne, ku hevdîtinên di demên dawî de li ser navê Êzdiyan hatine meşandin, ji aliyê rêbaz, amadekarî, beşdariya civakî û rewayiyê ve pirsgirêkên cidî dihewînin. Ev pêvajo bi awayekî sîstematîk û hemêzker nehatine meşandin; îradeya beşên cûda yên civaka Êzdî, saziyên rêxistinkirî û dînamîkên herêmî li ber çavan nehatine girtin. Derketina holê ya hin gavên erênî yên sînorkirî nayê wê wateyê ku pêvajo bi giştî li ser zemînekî saxlem û rewa rûniştiye.

Ev nêrînên me yên rexnegir ne li dijî diyalog an danûstendinê ne. Nerazîbûna me ne li dijî çêkirina hevdîtinan e; belkî li dijî tevgerîna li ser navê tevahiya civaka Êzdî ye bêyî amadekariyeke têrker, rayedarkirina civakî û kontrola demokratîk. Tu kes nikare hevdîtina xwe ya bi rayedarên dewletê re yan têkiliyên xwe yên bi hinek aliyên siyasî re, wekî desthilatdariya axaftin û biryardanê li ser navê tevahiya civaka Êzdî jiber xwe ve bibîne. Nûnertiya rewa li ser bingeha beşdariya civakê, rayedarkirina eşkere, zelalî û hesabdayînê ava dibe.

Ji ber vê yekê, em teqez dikin ku divê kêmasiyên di warê rêbaz û temsîliyetê de hene bên serrastkirin. Saziyên Êzdiyan, meclisên gundan, malên Êzdiyan, nûnerên herêmî, kesên rewşenbîr, rûspi û di nava civakê de xwedî bandor û bi taybetî jinên Êzdî divê bi awayekî çalak di van pêvajoyan de cih bigirin. Daxwaz, rojeva danûstendinê û encamên ku hatine bidestxistin divê bi civakê re bên parvekirin; pêvajo divê ji îradeya hevpar û kontrola demokratîk re vekirî bin.

Pêvajoya entegrasyon û çareseriyê ya li Sûriyeyê

Maf û paşeroja Êzdiyên li Sûriyeyê jî divê di çarçoveya van rêgezên demokratîk de li ber çav bên girtin. Di pêvajoyên çareseriya siyasî û entegrasyonê yên li Sûriyeyê de divê nasnameya bawerî, hebûna civakî, pêdiviyên ewlehiyê û mafên kolektîf ên Êzdiyan bên naskirin; divê neyê hiştin, ku ew ji biryarên rasterast wan eleqedar dikin bên dûrxistin.

Di van pêvajoyan de, divê Êzdî ne tenê wekî civakeke ku biryaran pêk tîne an jî pêşveçûnan dişopîne bên dîtin, belkî wekî pêkhateyeke civakî ya rewa ku daxwazên xwe tîne ziman, beşdarî danûstendinan dibe û di şekildana paşeroja xwe de xwedîgotin e, cih bigirin. Ev beşdarî divê ji nûnertîya grûpêkî wêdetir be; divê beşên cûda yên civakê, saziyên herêmî û jinan bi tevahî li xwe bigire. Meşandina pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê li ser zemîneke demokratîk, hemêzker û mafên bingehîn, bi misogerkirina azadiya bawerî û nasnameya Êzdiyan, her wiha ewlehî û beşdariya wan a wekhev ve girêdayî ye.

Daxwazên me yên sereke

Tevî ku şert û mercên li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê ji hev cûda bin jî, divê ji bo garantîkirina maf û azadiyên civaka Êzdî li gorî rêgezên hevpar tevger bê kirin. Di vê çarçoveyê de daxwazên me ev in:

*Naskirina fermî ya ol, nasnameya bawerî û xweseriya çandî ya Êzdiyan.

* Dabînkirina ewlehî, mafê jiyanê û garantiyên hiqûqî yên li dijî her cûre cûdakariyê.

* Piştgirîkirina vegera bi ewle û bi rûmet a Êzdiyên koçberbûyî bo gundên wan, û çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê.

* Misogerkirina welatiya wekhev û mafên kolektîf ên Êzdiyan.

* Birêvebirina hemû hevdîtinên ku li ser navê Êzdiyan tên kirin, li ser mekanîzmayeke temsîliyetê ya rewa, piralî, zelal û hesabdar.

* Beşdariya wekhev û çalak a jinan di pêvajoyên biryardan û danûstendinê de.

* Cihgirtina Êzdiyan wekî pêkhateyeke çalak di pêvajoyên entegrasyon û çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê de.

* Nirxandina destkeftiyên ku li Şengalê hatine bidestxistin bêyî manîpulekirin, û şopandina pêkanîna peymanê li ser bingeha mafên Êzdiyan.

Encam

Divê peywendiyên dîrokî, civakî û çandî yên Êzdiyan ên bi gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê re, û her wiha maf û têkiliyên bi welatên lê dijîn re, wekî mijarên li dijî hev neyên nîşandan. Ev her du alî divê ne bi rêya pênaseyên ji derve ve hatine ferzkirin an jî hesabên siyasî, belkî li ser bingeha îradeya azad a Êzdiyan bên destgirtin.

Wekî Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê, em careke din teqez dikin ku em piştgiriya hewldanên dilpak û danûstendinên demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzdî dikin. Em qebûlkirina aliyên erênî yên peymana bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li Şengalê; gihandina hevdîtinên li Tirkiyeyê bo zemîneke rewa, hemêzker û sîstematîk; û misogerkirina beşdariya çalak a Êzdiyên li Sûriyeyê di pêvajoyên entegrasyon û çareseriyê de, wekî gavên pêwîst dibînin.

Çareseriya domdar ne bi bendewariyên nerast û ne jî bi destjêberdana mafên bingehîn bi hinceta şert û mercên siyasî yên heyî pêkan e. Tiştê ku em pêwîstî pê dibînin ev e: Nêzîkatiyeke ku rastiya dîrokî û şert û mercên rojane bi hev re dinirxîne, îradeya civakî dike bingeh, beşdariya demokratîk garantî dike û encamên berçav bi dest dixe.

Em banga hemû aliyên peywendîdar dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzdî hewldanên dilpak nîşan bidin, danûstendinan li ser zemîneke rewa û hemêzker birêve bibin, û ji guhartina cûdahiya çandî û civakî bo hinceta veqetînê dûr bisekinin.

Em alîgirê diyalogê ne; lê belê em nenasîna îradeya civaka Êzdî, qurbankirina mafên wan ji bo berjewendiyên siyasî û binpêkirina temsîliyeta rewa bi rêya hewldanên kesane qebûl nakin. Paşeroja Êzdiyan divê bi îradeya azad a Êzdiyan bi xwe bê şekildan. Ev rêgez li Şengal, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e.”

Etîket: civaka ÊzidîEwropaİradeKCÊ-EXwebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

16 TÎRMEH 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
WWA: Germahiya zêde encama guherîna avhewayê ye

WWA: Germahiya zêde encama guherîna avhewayê ye

26 HEZÎRAN 2026
Li Ewropayê germahiyên zêde

Li Ewropayê germahiyên zêde

24 HEZÎRAN 2026
Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

29 GULAN 2026
Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne