• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

Navenda Nûçeyan / AW

29 GULAN 2026 - 09:57
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Rêveberiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo ku di krîzên cîhanî de yekdestdariya xwe biparêze û girêdayîbûna bi Çînê re qut bike, Qanûna Çîpan amade dike. Zagon, rayeya destwerdana rasterast a li peymanên şîrketan û ferzkirina veguhestina teknolojiyê dide Brukselê.

Şerê aborî û jeopolîtîk ê di navbera hêzên cîhanî de li ser çavkaniyên krîtîk roj bi roj dijwartir dibe. Rêveberiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo ku di peydakirin alavên nîv veguhêz (çîpan) de xwe ji qeyranên gengaz biparêze û li hemberî îthalata ji Çînê tedbîran bigire, pêşnûmeqanûneke berfireh amade dike.

Rayeya destwertana piyasayê dide îktîdarê

Li gorî belgeya pêşnûmeyê ku gihiştiye destê rojnameya Financial Times (FT), ev Qanûna Çîpan di dema kêmasiya dabînkirinê de wê rayeyek awarte bide Brukselê, da ku rasterast destwerdanê li bazarê bike û şîrketan neçarî guhertina peymanan bike.

Cezayên giran û betalkirina peymanan

Li gorî pêşnûmeyê, heke şîrketên hilberîner di demên qeyranê de nexwazin daneyên xwe yên li ser kapasîteya hilberînê parve bikin, Komîsyona Ewropayê wê bikaribe heta 300 hezar euro cezayê pereyan li wan bibire.

Rayeya betalkirina peymanan balê dikişîne

Yek ji xalên herî girîng ê qanûnê ew e ku dê Komîsyon bikaribe şîrketan neçar bike ku peymanên xwe yên bazirganî yên heyî betal bikin. Bi vê destwerdanê re, şîrket dê mecbûr bimînin ku di dema krîzan de pêşîniyê bidin wan sîparîşan ku ji aliyê YEyê ve wekî krîtîk tên pênasekirin.

Komîsyona kirîna navendî tê avakirin

Her wiha rêveberiya Brukselê plan dike ku ji bo pêşîgirtina li pêşbaziya welatên endam a ji bo çavkaniyên kêm û xurtkirina pozîsyona xwe ya li hemberî cîhanê, mekanîzmayeke ‘kirîna navendî’ ava bike. Tê pêşbînîkirin ku ev sîstema yekdestdarî, mîna pêvajoya kirîn û belavkirina derziyan a di dema pandemiya Koronayê de bê bikaranîn. Tê payîn ku hefteya bê forma dawî ya qanûnê bê eşkerekirin.

Şerê DYA-Çînê û tirsa ji Taywanê

Lezkirina amadekariyên vê qanûnê, bi awayekî rasterast bi şerê hegemonîk ê di navbera Washington û Pekînê de têkildar e. Bikarhatina çîpan wekî ‘amûreke zexta aborî’, xof û tirsek xistiye nava welatên Ewropayê.

Li aliyê din, girêdayîbûna bi Taywanê re –ku ji sedî 90ê çîpên herî pêşketî yên cîhanê hildiberîne– metirsiyeke din a li pêşiya Ewropayê ye. Tê diyarkirin ku şerekî leşkerî an siyasî yê li vê herêmê, dikare ji têlefonên bi aqil heta wesayîtan, ji navendên daneyan heta cîhazên bijîşkî krîzeke mezin a kûrewî derxîne holê.

Şantaja ‘veguhestina teknolojiyê’

Metirsiya vê qeyranê di meha Cotmeha borî de bi şênberî derketibû holê. Piştî ku Hollandayê şîrketa çîpan a Nexperia ji destê xwediyê wê yê Çînî stend, di sewqiyata çîpan a ji Çînê de astengiyên mezin çêbûn. Vê yekê hişt ku gelek kargehên otomotîvê yên li Ewropayê hilberîna xwe kêm bikin. Wezareta Aboriyê ya Almanyayê jî ji ber kûrbûna krîzê neçar mabû bi lezgînî bi şîrketên hilberîner re bicive. Li aliyê din, gavên YEyê yên ji bo parastina berjewendiyên xwe tenê bi vê qanûnê sînordar namînin. Li gorî ajansa Bloombergê, YE vebijarka ku şîrketên Çînî neçarî ‘veguhestina teknolojiyê’ bike jî dinirxîne.

 

Etîket: çînÇipDYAEwropaTaywanYekîtiya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

4 ÎLON 2026
DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026
Li Nepal û Tîbetê hezaz: 1300 kes winda ne

Li Nepal û Tîbetê hezaz: 1300 kes winda ne

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne