• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di hilbijartinên DYAyê de pêla şîn: Senato û Meclis ket destê Demokratan

Navenda Nûçeyan / AW

4 MIJDAR 2026 - 11:01
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li gorî encamên dawî yên zelal bûne, Partiya Demokrat serkeftineke dîrokî bi dest xist. Li gorî encamên heta niha eşkere bûne Demokratan hem li Senatoyê hem jî li Meclisa Nûneran piraniyê bi dest xist û di hilbijartina parêzgehan de jî li gel 4 kelehên Komarparêzan 25 parêzgeh bi dest xist. Encamên hilbijartinê dê bandoreke girîng li ser siyaseta DYAyê bike û bi taybetî dê dest û piyên Donald Trump girê bide.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hilbijartinên navîn ku dê hevsengiyên serdema duyemîn a Serokê DYAyê Donald Trump diyar bike de, pêvajoya hejmartina dengan berdewam e. Li gorî encamên heta niha zelal bûne, Partiya Demokrat serkeftineke dîrokî bi dest xist. Daneyên dawî yên ji sindoqan hatine nîşandan ku Demokratan hem li Senatoyê hem jî li Meclisa Nûneran piraniyê misoger kirine û di hilbijartina parêzgehan de jî gelek kelehên Komarparêzan bi dest xistin e.

Li Senatoyê piranî kete destê Demokratan

Di rikeberiya ji bo Senatoyê ya ji 100 endaman pêk tê de, li gorî encamên ku heta niha hatine eşkerekirin, Demokratan 54 kursî misoger kirin û serweriya li Senatoyê bi dest xist. Komarparêz di 42 kursiyan de man. Demokratan li gorî hilbijartina berê hejmara kursiyên xwe 7 zêde kirin û bi vê yekê di Senatoyê de bû hêza diyarker. Li hinek parêzgehan hejmartina dengan hê jî berdewam dike.

Di Meclisa Nûneran de ferqa dîrokî di rê de ye

Di Meclisa Nûneran a ji 435 kursiyan pêk tê de jî rewşeke girîng heye. Demokratan sînorê krîtîk a 218an ku bo piraniyê pêwîst bû derbas kir, gihîşt 224 kursiyan û piraniya xwe ya li Meclisê ragihand. Hejmara kursiyên ku Komarparêzan bi dest xist 134 e. Li herêmên ku encamên wan heta niha zelal bûne, 24 kursiyên ku berê di destê Komarparêzan de bûn, derbasî Partiya Demokrat bûn. Bi berçavgirtina herêmên ku hejmartina dengan lê berdewam dike, tê payîn ku Demokrat bi giştî bighêjin 250 kursiyan û ferqeke dîrokî bixe navbera xwe û Komarparêzan.

Li parêzgehan jî serweriya Demokratan

Di hilbijartina parêzgeriyê de ku ji 50 parêzgehan li 36 parêzbehan hilbijartina ku hate kirin de jî namzetên Demokrat derketin pêş. Li gorî encamên ku heta niha eşkere bûne, Demokratan parêzgeriya 25 parêzgehan misoger kirin, Komarparêz jî di 19 eyaletan de man. Balkêş e ku 4 ji eyaletên ku Demokratan bi dest xistine, berê di bin rêveberiya Komarparêzan de bûn û wekî kelehên wan dihatin zanîn.

Encamên balkêş derketin holê

Di hilbijartinê de gelek encamên balkêş derketin holê. Li eyaleta Texasê ku bi dehan salan bû mîna kela saxlem a Komarparêzan dihate dîtin, namzetê Demokrat; James Talarico ji bo Senatoyê hate hilbijjartin û piştre jî Gina Hinojosa hilbijartina parêzgeriyê qezenc kir. Li Kansasê namzetê Demokrat; Adam Hamilton piştî sala 1932yan ve yekem car kursiya Senatoyê ji destê Komarparêzan derxist. Wekî din, li eyaleta Georgiayê; Keisha Lance Bottoms bû yekemîn û li vê eyaletê cara yekemîn e ku jinek reşik dibe parêzgera eyaletê. Li Florîdayê jî Byron Donalds bû yekem parêzgerê reşik ê ji Partiya Komarparêz hate hilbijartin. Her wiha Abdul el Sayed ku bi nasnameya xwe ya Misilmaniyê di partiya Demokratan de kete hilbijartinê gelek nêzî serkeftinê ye. Sayed serbikeve dê bibe yekemîn misilmanê dikeve Senatoya DYAyê. Tê payîn ku Sayed wê bi ser bikeve.

Encam dê bandoreke çewa li siyaseta DYA û cîhanê bike

Tê çaverêkirin ku ev guherîna mezin a di hilbijartinan de bandoreke mezin li ser siberoja siyasî ya DYAyê û hevsengiyên cîhanî bike. Derbasbûna kontrola Kongreyê bo destê Demokratan, dê qada tevgerê ya Donald Trump di siyaseta navxweyî û qanûnsaziyê de gelekî teng bike û rê li ber biryarên yek alî bigire. Ev rewş dê rê bide ku Demokrat di budceya federal, pirsên aborî, siyaseta koçberiyê û tayînkirina burokratan de xwedî mafê astengkirinê bin. Di qada navneteweyî de jî, rola kontrolkirina Kongreyê ya li ser polîtîkayên derve dê bibe sedem ku siyaseta derve ya rêveberiya Trump zêdetir di bin çavdêriyê de be û ev encam wekî peyamek û îşareteke girîng a guherînê ji bo siyaseta cîhanê tê nirxandin. Bi taybetî di mijarên Îran û Ukranyayê de tê payîn ku di vî warî de ji nêz ve bandor bibin.

Jimartina dengan didome lê encam diyar e

Li seranserê parêzgehan karûbarên hejmartina dengan berdewam dike, îhtîmal heye ku di hejmarên dawî yên hilbijartinên Senato, Meclisa Nûneran û parêzgeriyê de guherîn çêbibin. Lê belê li gorî herêmên zelal bûyî, Demokratan her du baskên Kongreyê jî piranî misoger kirine. Tê pêşbînîkirin ku bi hejmartina dengên mayî re Demokrat hin bêtir kursiyan bi dest bixin.

Etîket: Donald TrumpDYAhilbijartinên AmerîkayêMeclisa NûneranPartiya DemokratPartiya KomarparêzSenatoya Amerîkayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

2 MIJDAR 2026
Tom Barrack bi Şara re civiya

Tom Barrack bi Şara re civiya

21 COTMEH 2026
Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

18 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne