• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Îro 370 malbat vegeriyan Serêkaniyê

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 4ê MIJDARA 2026an

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê Haşim Abak hate binçavkirin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    YNK: Em ê tevli civîna sibe ya Parlamentoya Kurdistanê nebin

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê siyasî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Axaftin û peyv kêm dibin: Pêdivî bi kolektîfbûnê heye

Stenbol / AW

4 MIJDAR 2026 - 10:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Akademîsyen Zelal Karçal destnîşan kir ku kapîtalîzm û pêşketinên teknolojiyê axaftin û civakbûnê lewaz dike û got: “Kombûna mirovan a ‘li qada xuya bûnê’ berxwedaneke ontolojîk a li dijî atomîzasyonê ye. Pêdivî bi organîzasyoneke kolektîf heye.”

Pêşketina amûrên ragihandinê û teknolojiyê, zêdebûna naverokên dîtbarî, tercîhkirina suhbetên ser amurên ragihandinê li ser jiyana rojane, têkiliyên mirovan û civakbûnê bandoreke mezin ava dikin. Herwiha kêm hatine li ba hev, tercîhkirina suhbetên li ser dîjîtalê, civakbûnê lewaz dike; hevgirtin, hev fêmkirin, tehamûla li hember hev du dadikeve astên herî jêr. Ev geşedan dike ku rojane ji 400-500 peyvan heta 1000 peyvan ji axaftinê kêm dibin. Hest bêyî kurahî, sedem û daxwaz tên ziman, li ser fikr û raman kêmtir suhbet tên kirin, axaftina kurt, kêm, perçeyî dimînin.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Arîzona û Zanîngeha Kansas City ya Missouri, di sala 2005an de kesek rojane 16 hezar û 600 peyvan bi kar dianî. Li gorî lêkolîna sala 2019an, di axaftina rojane de 11 hezar û 900 peyv hatine bikaranîn. Di nava 14 salan de ev hejmar ji sedî 28 kêm bûye. Lêkolîn derxist holê ku rojane 338 peyv di axaftina mirovan de kêm dibin. Ev di salekê de dike 120 hezar peyv.

Endama Fakulteya Îktîsadî, Îdarî û Zanistên Civakî, Akademîsyen Zelal Karçal têkildarî kêmbûna axaftina rojane û lewazbûna civakbûnê axivî.

‘Hilberîna kapîtalîst têkiliyên mirovan perçe dike’

Akademîsyen Zelal Karçal diyar kir ku kapîtalîzm bi awayekî sazî têkiliyên mirovan bi mantiqa hilberîn û berhevkirina metayê ve girê dide, bi vî awayî vê encamê diafirîne û wiha axivî: “Di têkiliyên hilberîna kapîtalîst de, hêza kedê dibe meta, mirov ji ked, berhema xwe, hebûna xwe ya cinsî û di dawiyê de ji xwezayê û ji mirovên din dûr dikeve. Têkiliyên di navbera mirovan de dest pê dikin, wekî têkiliyên di navbera tiştan de xuya bibin. Kes ji xwe û ji yên din dûr dikeve. Ev dûrbûna sazî di serdema dîjîtal de formeke nû digire, têkiliyên me yên civakî diguherîne. Mirov ‘girêdayî’ xuya dikin lê ev têkilî ji nasîna hevdu û xwezayîbûnê dûr e. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku awayê hilberîna kapîtalîst têkiliyên mirovan di nav civakê de bi rengekî mekan-demî perçe dike û tenêbûn, îzolasyona civakî bi awayekî sîstematîk ji nû ve hildiberîne. Pêwîst e ku em guherîna naverok û formê ya têkiliya mirov, weke hebûneke civakî ya bi mirovekî din re bigirin dest û di vê çarçoveyê de bifikirin.”

‘Pêdivî bi organîzasyoneke kolektîf heye’

Zelal Karçal da zanîn kêmbûna civakbûnê û têkiliyên resenî herî zêde di danûstandina devkî û sohbeta rojane de xuya dike û got: “Sohbet, forma herî sade, herî avakirî û herî xwezayî ya hevparbûna mirovan e. Ji ber vê yekê ew rastiya herî bihêz û herî zêde ye, di bin gefê de ye. Di civaka kapîtalîst de suhbet rasterast nayê qedexekirin lê sohbetekî maddî-civakî tê afirandin ku wê ne pêwîst dike û li şûna wê digire. Mirov dema ku ji sohbetê tê veqetandin, hem bi awayekî objektîf kêm dibe hem jî bi awayekî subjektîf wek ‘dema windakirî’ xuya dike.

‘Kombûna mirojvan a li dijî atomîzasyonê, berxwedaneke ontolojîk e’

Di dawiya axaftina xwe de Zelal Karçal bilêv kir ku bajarvanî û bazirganiya kapîtalîst qadên hevpar û giştî bi bazarkirinê, veguherandina wan ji bo cihên xerckirinê, dest danîne ser qadên hevdîtin/rasthatinên nefermî dikin ku qadên sohbetê kêm û dawî dibin û got: “Encama wê ev e; xerabûneke ku mercên sohbetê hem bi awayekî objektîf teng dikin hem jî bi awayekî subjektîf nepêwîst dikin, ev hevdû xurt dikin. Bi awayekî, em dikarin jê re bibêjin xirabûna girêdana civakî û ev meyla ku roj bi roj zelaltir dibe. Berî her tiştî ez difikirim ku pêwîst e dema vala ji mantiqa berhemdariyê were veqetandin. Pêdivî bi sêwiranên gundî û bajarî heye ku hevdîtinên plankirî û rastîyên tesadufî pêkan bikin. Kombûna mirovan a ‘li qada xuya bûnê’ berxwedaneke ontolojîk a li dijî atomîzasyonê ye. Avakirina qadeke ku mirov ne tenê bi têkiliyên fonksiyonel re, lê li ser bingeha nasîna hev du kom dibin. Pêdivî bi organîzasyoneke kolektîf heye.”

Etîket: Akademisyenaxaftincivakbûnkêmbûn peyvanZelal Karçal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

27 HEZÎRAN 2026
‘Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin’

‘Bi tenê siyasetê ev pirsgirêk çareser nabin’

17 HEZÎRAN 2026
‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

14 HEZÎRAN 2026
‘Cejna Qûrbanê civakîbûyînê diparêze’

‘Cejna Qûrbanê civakîbûyînê diparêze’

27 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne