YNKê têkildarî civîna sibe ya li Parlametoya Herêma Kurdistnê bê lidarxistin daxuyanî da û diyar kir ku civîn ne qanûnî ye û ew ê tevlê nebin.
Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) têkildarî civîna sibe ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê peyamek nivîskî belav kir.
YNKê ev peyam da: “Welatiyên Herêma Kurdistan agahdarin ku sibê 4-11-2026’an gotegotên neqanûnî ya civîna parlamentoya Kürdistanê heye. Em bi baweriya xwe ya kûr a bi prensîbên serweriya hiqûqê û lihevkirinên neteweyî, di wê baweriyê de ne ku ev civîn ne qanûnî ye; dûrî bingehên hevbeşiya rastîne û hewldaneke ferzkirina îradeya aliyekê ye.
Ji ber vê yekê, em welatiyên herêma Kurdistan û hemû hêzên siyasî agahdar dikin ku tevlînebûna me wê bibe sedem ku her dilsoz û hêzeke neteweyî ya ku ji pêşeroja Herêma Kurdistanê bi fikar be, tevli nebe.
Bêguman, dema ku lihevkirinek neteweyî hebe û hemû partîyên hilbijartî bi awayekî azad û demokratîk beşdar bibin, civîna parlementoyê dê giraniya xwe hebe. Ji ber ku eger prensîba demokrasiyê ew be ku bi kirîn, tehdîd û zexta psîkolojîk bandorê li biryarên parlamenteran bike. Wê demê di vê çarçoveya kartonî de, em ê tu parlamento û hikûmetek ku encama civînên bi vî rengî ye nas nekin.”













