• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

    Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nüçeyan / AW

4 MIJDAR 2026 - 21:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê ligel nûnerên çar partiyên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê civiya û ragihand ku partiyên Hevpeymaniyê li ser domandina diyalogê hemfikir bûn.

Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî civîna xwe ya bi nûnerên çar partiyên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Ji bo dîtina astengiyên li pêşiya aktîvbûn û bandorbûna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, ku ji heşt mehan zêdetire hatiye damezrandin, Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê her şeş partiyên endam yên Hevpeymaniyê ji bo civînek û şêwirmendiyek navxweyî vexwendin.

Pênc ji şeş partiyên endamên Hevpeymaniyê, di nav de Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê, Sazmana Xebata Kurdistan a Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di civînê de ragihandin.

Tenê Partiya Komela Kurdistan a Îranê diyar kir ku ew ji tevlîbûna civînê re ne amadeye. Her wiha çend roj berî civînê, Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) bêyî ku sedemek nîşan bide ji civînê vekişiya.

Roja Yekşemê (01.11.2026) civînek sê saetan di navbera Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê û nûnerên çar partiyên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.

Civîn bi şêweyê pirs û bersivan pêk hat. Rêveberê Komîteya Yekîtîyê pirs ji nûnerên partiyan kirin û wan jî bersiv û şiroveyên xwe dan.

Di pirsan de fikarên me yên li ser rewşa heyî ya Hevpeymaniyê hatin îfadekirin. Ji nûnerên her çar partiyan hat pirsîn ka têgihîştina wan ya bingehîn û hêviyên wan yên ji Hevpeymaniyê çi ne? Çima Hevpeymanî bi li gor tê xwestin çalak nebûye? Çima hinek endamên Hevpeymaniyê bi partiyên siyasî yên Îranî re rûdinin ku baweriya wan bi neteweya Kurd û mafê çarenûsî nîne? Çima ji enerjî û şiyanên Kurdên li derveyî partiyan sûd nayê wergirtin? Siyaseta partiyan li hember îhtîmala diyalogê bi Komara Îslamî re çi ye?

Di bersiv û şiroveyên xwe de nûnerên çar partiyan li ser hin mijarên girîng li hev kirin.

Her çar partiyan Hevpeymaniyê wekî pêdiviyek girîng û demdirêj dîtin û tekez kirin ku ew wê wekî pêdiviyek demkî nabînin. Her wiha wan hêvî kir ku bi pejirandina rêziknameyên di demek nêzîk de destnîşankirina erk û berpirsiyariyan û organîzekirina mekanîzmayên xebata hevbeş, Hevpeymanî dê bikaribe di pêşerojê de ji demên berê pir çalaktir û bibandortir xwe nîşan bide.

Li ser mijara îhtîmala diyalogê bi Komara Îslamî re, ji wê yekê hemfikir bûn ku eger derfet û hewcedariyek ji bo diyalogê çêbibe, divê tu partiya endamê Hevpeymaniyê bi tena serê xwe û bêyî beşdarbûn û hevrêziya Hevpeymaniyê nekeve pêvajoya danûstandinê bi Komara Îslamî ya Îranê re.

Derbarê sedemên ku çima Hevpeymanî di nav heşt mehên borî de li gor tê xwestin çalak nebûye, wan bal kişand ser hejmarek astengî û sedeman; ji wana nûbûna vê ezmûnê, nebûna rêziknameyên navxweyî, cudahîyên nêrînên siyasî, nebûna mekanîzmayek zelal ji bo xebata bi hev re, cudahiyên di wêjeya siyasî de bandora şert û mercên derve û zextan vedihewîne.

Di heman demê de ew difikirin ku ji ber girîngî û aloziya mijarên siyasî, hewceyê bêhtir dem û nîqaşê ne û hêvî kirin ku gav bi gav pêşve biçin.

Di derbarê pirsên din de diyalog, danûstandina nêrîn û şîroveyan pêk hat ku bi gelemperî ji bo beşdarên civînê têrker bû.

Em van çar partiyan ji bo beşdarbûn û amadebûna wan ya ji bo diyalog û şêwirmendiyê bi welatiyên li derveyî rêzên partiyan re teqdîr û spas dikin.

Ev amadebûna ji bo nîqaşkirina rasterast a astengiyên ku li pêşiya Hevpeymaniyê ne, gaveke erênî ye ku piştgirî û pêşveçûnê heq dike.

Tevî ku bersiva hemû pirsan li gor tê xwestin nehatin dayîn jî; lêbelê, derfeta bihîstina rasterast a nerînan, danûstandina şîrove û pêşniyaran û nîqaşkirina pirsgirêkên hevpar kêrhatî û girîng bû.

Hem koma me û hem jî nûnerên çar partiyan nirxandinek erênî ya civînê kirin.

Di dawiya civînê de me pêşniyar kir ku Hevpeymanî bi rêya daxuyaniyek hevbeş, pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya xebat û têkoşîna bi hev re jinûve piştrast bike û amadebûna xwe ya ji bo avêtina gavên nû û bibandortir diyar bike.

Her wiha me pêşniyar kir ku di wê daxuyaniyê de bi tekezî li ser girîngiya rexneya azad, ji hemû alîgirên partiyan were xwestin ku ji heqaret û tawanbarkirina hev û her endamekî Hevpeymaniyê dûr bisekinin. Ji ber ku tevgerên wiha, bi taybet di vê qonaxa hesas de zirarê dide baweriya di navbera aliyan û berdewamiya xebata hevbeş.

Nûnerên her çar partiyan pêşniyar pêşwazî kirin. Di berdêla wê de wan ji me piştgirî û alîkariya zêdetir xwest. Me amadebûn û pabendbûna xwe ji bo her alîkariyek gengaz, di çarçoveya şiyanên xwe de jinûve piştrast kir.

Di dawiyê de em hêvî dikin ku ev civîn bibe destpêka diyalog û şêwirmendiyek berdewam û berhemdar di navbera partî û welatiyên li derveyî rêzên partiyan de.

Em hêvî dikin ku her şeş partiyên endam beşdarî civînên pêş de bibin, da ku bi beşdarbûn û hevkariya hemûyan, nîqaş û şêwirmendî di asta danûstandina nêrînan de li ser pêşniyar û gavên pratîkî ji bo xurtkirin û aktîvkirina Hevpeymaniyê werin kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

4 MIJDAR 2026
Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

4 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

4 MIJDAR 2026
Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

4 MIJDAR 2026
Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

Bakirhan û Hatimogullari: Hevalên me deryasayî di zindanan de ne

4 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

4 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne