Heyetek ji Dayikên Aştiyê ku ji bo pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne li Meclise bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir û daxwazên xwe anî ziman.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne, li Meclisê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe anî ziman. Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Hanife Akpolat, Muzeyyen Butun û Afife Kartal pêk dihat daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di pêvajoyê de ji Numan Kurtulmuş re vegotin. Heyeta dayikan daxwazên xwe bi dosyayeke ku bi Kurdî û Tirkî amade kiribûn, radestî Numan Kurtulmuş kir.
Piştî hevdîtinê Dayikên Aştiyê dê li ber Meclisê daxuyaniyê bide.













