• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çalakiya Dayikên Aştiyê bi dawî bû: Guh bidin daxwazên me

    Dayikên Aştiyê bi Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî

    Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

    Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Em ê rê nedin talankeran

    Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê: Em ê rê nedin talankeran

    Çeteyan li Hesekê êrişî xwendekaran kir!

    Çeteyan li Hesekê êrişî xwendekaran kir!

    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

4 MIJDAR 2026 - 15:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroyên herêmê û saziyên civakî yên Amedê li dijî operasyona 4 Mijdara 2016an daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat gotin ku ev yek derbeyek siyasî bû li dijî siyaseta demokratîk.

Baroyên bajarên herêmê û saziyên civakî yên Amedê, di salvegera 10emîn a operasyon û girtinên li dijî hevserok û parlamenterên HDPê de, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Li gel Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş, serok û rêveberên baroyên herêmê, endamên rêxistinên civakî yên Amedê gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bila biryarên DMMEyê werin pêkanîn û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin” hate vekirin.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên DAIŞê yên li ser Kobaniyê û wiha got: “Hincet hat nîşandan ku parvekirineke medyaya civakî ya ji aliyê Navenda Giştî ya HDPê ve hatibû kirin ku bang li bertekên demokratîk ên li dijî êrîşên DAÎŞê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Derbeya siyasî ya 4ê mijdara 2016an bi vê hincetê pêk hat û tu dem ev yek nayê qebûlkirin.”

Piştî Ercan Yilmaz, Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekin axivî û diyar kir ku berî 10 salan Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdag û parlementerên HD’î hatine binçavkirin, bi rengekî neqanûnî hatine girtin û dîsa rastî lêpirsîn û darizandinên neqanûnî hatine. Buluttekin bala kişand ser biryarên binpêkirinê yên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dan û destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî van biryaran bi cî neaniye.”

‘Astengiyên herî mezin ên li pêşiya aştiya civakî binpêkirina mafan e’

Buluttekîn bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku Doza Kobanê ji bo pêvajoyê weke kevirê mîheng ê girîng dibînin û wiha axivî: “Rewşa girtîbûnê ya berdewam a di Doza Kobanê de û pêkneaîna biryarên DMMEyê zirarê dide hesta çareseriyê. Ez li ser navê Baroya Amedê dixwazim vê diyar bikim; astengiyên herî mezin ên li ber aştiya civakî nehiqqûqî û binpêkirinên mafan in. Baroya Amedê dê her dem ji bo aştiya civakî têkoşîna xwe berdewam bike.”

‘Bila biryarên DMMEyê pêk bînin’

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamit Çakan jî wiha axivî: “Mixabin di vî welatî de endamên dadweriyê mixabin ne serbixwe ne. Em vê ji doza 49an, ji darizandinên DGMê, ji dozên KCKê jixwe dizanin. Dewleta hiqûqê ne tenê dewleta ku qanûnan datîne ye. Di heman demê de dewlet qanûnên ku danîne pê ve girêdayî dike ye. Biryarên DMMEyê ne tenê biryarên ku ji aliyê usûlî ve hatine dan e. Biryarên rêber in. Me nedît ku biryarên DMMEyê hatibin pêkanîn. Tevî ku 2 sal in pêvajoyek berdewam dike jî mixabin biryarên DMMEyê hîn jî nayên cîbicîkirin.”

‘Derbeya siyasî hîn jî berdewam dike’

Di dawiyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Em di 4 mijdara 2016an de li cihê sûc in ku biryarên girtinê lê hatine dan. Di 4 mijdara 2016an de em li vir bûn. Îro ne tenê salvegera rehîngirtina hevalên me ye, îro salvegera darbeyeke siyasî ye. Salvegera darbeya organîzekirî ye ku li dijî siyaseta demokratîk, hevserokên me jî di nav de, parlamenterên me hatin derdestkirin, bi balafirên taybet anîn Amedê. Darbe ne tenê bi tank û topan dibin, wiha dibin. Lê ev darbe mixabin hîn jî berdewam dike. Hevalên me hîn jî di girtîgehan de ne û ji azadiya xwe bêpar in.Biryarên ku îro di Doza Kumpasê ya Kobanê de hatine dan tenê xizmetê ji bêçareseriya pirsgirêka Kurd re dikin. Du têgeh in ku bi ti awayî nikarin bi pêvajoya berdewam re bi hev re bên bilêvkirin. Dema ku em ji bo vekirina kanalên siyaseta demokratîk, ji bo têkoşîneke bêçek û demokratîk dixebitin, hevserokên me Yüksekdağ û Demirtaş ji ber ku siyaseta demokratîk kirine 10 sal in rehîn tên girtin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: Baroya Amedêbaroyên Bakurê KurdistanêDarbeya 4ê MijdarêErcan YilmazMeral Daniş BeştaşSertaç Buluttekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Darbeya 4ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê hate şermezarkirin

Darbeya 4ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê hate şermezarkirin

4 MIJDAR 2026
Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

4 MIJDAR 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

4 MIJDAR 2026
Nobeta Jinan: Em ê pergala mêrsalar biguherînin

Nobeta Jinan: Em ê pergala mêrsalar biguherînin

3 MIJDAR 2026
Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

26 COTMEH 2026
Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne