Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di Nobeta Jin, Edalet û Bîrê de axivî û got: “Em ê teqez vê pergalê biguherin û em ê tekoşîna xwe ya li hember tundiya li ser jinan, bilind bikin.”
Nobeta Jin, Edalet û Bîrê ya ji aliyê Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 5emîn de li ber avahiya Adliyeya Amedê didome. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û gelek saziyên civakî tev li nobedê bûn. Di nobedê de pankarta, “Jin nobeta edalet û bîrê digirin” hat vekirin û wêneyên jinên ku hatine qetilkirini, hatin hilgirtin.
Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Zîlan Esen ve hat xwendin. Zîlan Esen got ku bîr tenê ne bîranîn e, di heman demê de hewldana parastina mafên jinan e û wiha axivî: “Çalakiya me tenê ne ji bo cezakirina kujerên jinan e, herwiha ji bo guhertina feraseta mêrperest e û heya ev dubendiya di nan jin û mêr de neyê guhertin, tekoşîna me wê berdewam bike.”
Zîlan Esen piştre çîroka Candan a li Mêrsînê mirî hatiye dîtin, M.N.B. a 16 salî û bi çekê hatiye qetilkirin, H.B. a 27 salî ya ku li Rihayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye, Aleyna Akdogan a li Kirklarelî ji aliyê kesê pê re zewîcî hatibû qetilkirin, Gîzem Esen Geldîoglu ya ku Zonguldakê bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye, Aynûr Ekîncî ya li Enqereyê ji aliyê kesê pê re zewicî bû hatiye qetilkirin, Elîf Kesên a li Enqereyê ji aliyê kesê pê re zewicî bû hatiye qetilkirin, Kûmsal Kayan a ji aliyê mêrekî ve hatiye qetilkirin, Fadîme Donmez a ku bi awayek guman mirî hatiye dîtin, Fatma Ozturk a ku li Kayseriyê li mala xwe bi awayek guman mirî hatiye dîtin ku di heft rojên dawî de hatine qetilkirin xwend.
Piştî Zîlan Esenê, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştan got ku di 10 salên dawîn de rojeva wan a herî sereke qetilkirina jinan e û wiha axivî: “Dîrokek dirêj a tekoşîna me ya li hember tundiya li ser jinê heye. Di deh salên dawî de mijara me ya herî sereke jî qetilkirina jinan û tundiya li ser jinê ye. Em ê teqez vê pergalê biguherin û em ê tekoşîna xwe ya li hember tundiya li ser jinan bilind bikin. Ji bo vê yekê jî divê em xwe rêxistin bikin û bi hev re tebikoşin.”
Piştî axaftina Meral Daniş Beştaşê nobet bi çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê bi dawî bû.













