• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Sêrt / AW

30 TÎRMEH 2026 - 23:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nobeta ku bi pêşengiya Platforma Şiyar be û TJAyê bi dirûşmeya “Pêngava Rabin” ku hefteyeke didome, bi meşê û bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di çalakiyê de axivî û got: “Yên ku dixwazin heqîqeta gelê Kurd tune bike, em ê jî li dijî wan li qadan bin.”

Nobeta li Sêrtê ya bi dirûşmeya “Pêngava Rabin” ku ji aliyê Platforma Şiyar be û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatibû destpêkirin îro ji ber avahiya DEM Partiyê heta Rêya Guresê meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêveber û endamên partiyên siyasî yên bajêr û yên navçeyên wê, Hevşaredarên bajêr û gelek rêveberên saziyên civakî yên Sêrtê tev li meşê û daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Li dijî tiryakê mil bi mil”, “ Jin Jiyan Azad”, “ Bajarê xwe ji fihûş û tiryakê rizgar bike” û “Ne tiryakê, xwe girêdayê jiyanê bike” hatin berzkirin û pankartên ku li ser wan “Jin Jiyanê diparêze li dijî tiryak û fihûşê ye” û “Li dijî tiryak û fihûşê em ê jiyana xwe ava bikin” hatibûn nivîsandin hilgirtin.

‘Hişmendiya sed salan hê jî zindî ye’

Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên ku sed sal in li erdnîgariya Kurdistanê tên meşandin û got: “Bi taybetî sed sale gelê Kurd li hemberê polîtîkayên îmhayê li ser piyaye û herdem berxwedana xwe mezin dikin. Di vê pêvajoyê de jî em dibînin ew hişmendiya sed salan hê jî zindî ye. Erdnîgariya me her tim weke labûratûara şerên qirêj tunekirin û îmhakirinê bi xwe re tîne. Nasname, çand, zimanê me qedexe ye û xwezaya me jî tê talankirin. Îro jî bi hemû tang û topên xwe dîsa jî nikarin gelê Kurd tune bikin. Hemû kolan û taxên me bi kamerayan tên şopandin. Di her çalakiyên me de bi hezaran polîs li dora me kom dibin û her axaftinên me qeyd dikin. Bi destê leşker û polîsan li dijî vê civakê kiryarên gelek qirêj hene. Bi heman awayî li Sêrtê jî heman hişmendî zindî ye. Çawa ku hûn nikarin gelê Kurd tune bikin, hûn ê di nava qirêjê de jî têk biçin. Gelê Kurd çawa ku xwedî li nirx û pêşeroja xwe derdikeve, dê li ciwanên xwe jî derkeve.”

‘Em bi hemû sazî û dezgehên xwe re amade ne’

Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku rêxistinên wan hemû ji bo ciwanên di nava qirêjiyên fihûş û tiryakê de ne amade ne û wiha domand: “Bila berê xwe nedin wan rûyên qirêj. Yên ku dixwazin heqîqeta gelê Kurd tune bike, em ê jî li dijî wan li qadan bin. Ew heqîqeta ku bi sed salan e dixwazin tune bikin, ew heqîqet îro li vir e. Em bi hemû sazî û dezgehên xwe re amade ne, li dijî vê yekê şiyar in. Em bang li mamosteyên dibistanan, hemû sazî û dezgehên bajarê xwe û li esnafan dikin hêza xwe xurt bikin. Divê em pêşeroja xwe û ciwanên xwe ji vê qirêjê biparêzin, da ku em têkoşîna xwe mezin bikin. Em di bûyera Gulistan Dokû de nas dikin ku çawa hemû saziyên dewletê bi hev re hevkariyê dikin. Ciwan û jinên Kurd dikişinin nava qirêjiyê.”

Çalaki bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîfihûşmesnobetsêrttiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne