Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê li ber Girtîgeha Xelatê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî da û got: “Divê girtiyên nexweş demildest azad bibin.”
Platfomra Saziyên Demokratîk ên Bedlîs û Mûşê li ber Girtîgeha Xelatê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo Tûncer Saglam ê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da. Endam û rêveberên, partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mirina girtiyê nexweş Tûncer Saglam careke din nîşan da ku parastina mafê jiyanê li girtîgehan çiqas girîng e û divê hemû girtiyên nexweş û siyasî azad bibin.
‘Mafên girtiyên nexweş nayên parastin’
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Sîdar Karademîr ve hat xwendin. Sîdar Karademîr diyar kir ku ew ji ber mirina Tuncer Saglam gelekî xemgîn bûne û wiha got: “Îro em ji pêvajoyekê re derbas dibin ku li Tirkiyeyê pevçûn qediya ne û aştiya civakî û demokratîkbûn tên nîqaşkirin. Lê belê sepanên ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş nayê parastin û serlêdanên berdanê bê bersiv tên hiştin.”
‘Divê girtîgeh nebin cîhê mirinê’
Rêveberê DEM Partiyê yê Xelatê Umît Yildiz jî anî ziman ku divê girtîgeh nebin cihê mirinê û ev yek anî ziman: “Vê windahiya biêş careke din nîşanî me da ku divê girtiyên nexweş yekser werin berdan û mafê wan ê jiyanê bê misogerkirin. Divê van sepanên derqanûnî yên li dijî girtiyên nexweş demildest bên bidawîkirin; astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya berdanê divê bên rakirin. Armanca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku înkara sed salî bi dawî bibe û biratiya dîrokî xurt bibe. Neberdana girtiyekî ku di nava hevoka mirinê de ye jî, hem êrîşeke eşkere ye li ser pêvajoyê, hem jî li ser huqûqa biratiyê.”
Daxuyanî bi diruşmên “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bu.













