Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li ber Wezareta Dadê diyar kir ku sepanên darbeya li dijî siyasetê encama tecrîda 27 sala a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Em jî li vir bang dikin. Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Deriyên Îmraliyê vêbikin.”
Koma DEM Partiyê ya Meclisê û Rêberiya DEM Partiyê, bi boneya salvegera darbeya 5ê Mijdara 2016an li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de, pankrta “Azadî ji bo girtiyên siyasî” rakirin. Serokwekilên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û parlamenterên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.
Sezaî Temellî bi lêv kir ku mudaxaleya dadweriyê li dijî siyasetê berdewam dike û wiha got: “Darbeya 5ê Mijdara mudaxelaya herî mezin a li dijî siyasetê bû. Hevserokên ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 15 hevalên me yên parlamenter hatin girtin. Divê êdî dadwerî dawî li mudaxaleya li dijî siyasetê bîne. Hevalên me bi awayekî li dijî hiqûqî ragirtîne. Dadgeh hiqûqe nas nakin. Dadgeh biryara Dadgeha Mafê Mirovan nas nake. Ev tê wê wateyê ku dewleta hiqûqî tune tê hesibandin. Em di welatekî ku siyasetmedar girtîne de naxwazin bijîn. Em li ber Wezareta Dadê bang dikin ku dawî li vê sepanê bînin. Ew doz dozeke siyasî ye û bi hiqûqê re tu eleqeya wê tune ye.”
‘Deriyên Îmraliyê vekin’

Di axaftina xwe de Sezaî Temellî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi tecrîda 27 salan a li dijî birêz Ocalan hat vê rewşê. Lê niha em di pêvajoyeke re derbas dibin. Dayikên Aştiyê jî bi daxwaza aştiyê hatin vir û peyameke girîng dan. Em jî dixwazin êdî dawî li sepanên darbeyê bên û astengiyên pêşiya aştiyê bên rakirin. Dayikên Aştiyê di serdana Wezareta Dadê de daxwaza serîledana Îmraliyê kir. Me jî kir. Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Em li vir bang dikin ku Wezaretê Dadê van dosyayan bixe meriyetê. Em jî li vir bang dikin, rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Deriyên Îmraliyê vebikin.”
‘Daxwaza aştiyê mezin e lê bawerî tune ye’
Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît jî da zanîn ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek dest pê kiriye û ev nirxandin kir: “Em li her derê qala girîngiya pêvajoyê dikin. Lê gel ji me dipirse. Dibêjin heta siyasetmedar girtîbin aştî çawa dê bibe. Sepanên qeyim hebin dê çawa bibe. Heta destê dadgehê ser siyasetê ranebe dê çawa bibe. Em jî vê pirsê li vir ji desthilat û Wezareta wê dipirsin. Hê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Em vê çawa binirxînin. Yên neliritiya fonan kiriye û pereyê miletê dizîne rastî tiştek nayên lê siyasetmedar ji ber fikir û ramanên xwe tên girtin. Ji bo pêvajo civakî bibe û bawerî çêbibe dikarin destê xwe bixin bin kevir. Daxwaza aştiyê mezin e. Lê bawerî tune ye. Gel dipirse; Em ê çawa ji van sepanên AKPê bawer bin. Wê pergaleke faşîst ava kir û hemû kes girtin, girtîgehan û li dijî aborî, siyaset û hemû qadan darbe kir. Em ê li dijî hemû bêhiqûqiyan bisekinin. Em ê parastina aştî û demokrasiyê bidomînin. Dayikên Aştiyê hatin vir û gotin gav biavejin. Hevdîtin jî kirin. Êdî ne gotin pêdivî bi gavên şênber heye. Girtiyên siyasî berdin, sepanên qeyim bi dawî bikin û hiqûqê serwer bikin.”













