• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

    Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

    Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

    KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

    KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

    Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Endama MAF-DADê: Em ê ji bo mafê hêviyê Komîteya Wezîran agahdar bikin

    Endama MAF-DADê: Em ê ji bo mafê hêviyê Komîteya Wezîran agahdar bikin

    Hamîde Kuşar: Ez dixwazim gora lawê min hebe

    Hamîde Kuşar: Ez dixwazim gora lawê min hebe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

31 COTMEH 2026 - 12:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Şemiyê di hefteya 1127emîn a çalakiya xwe de aqûbeta qurbaniyên Kerboranê pirsîn.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1127emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî ku li Kerboranê hatibûn binçavkirin û kuştin, pirsîn.

Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Gamze Elvan xwend.

‘Gotin ku me piştî lêpirsînê ew berdan’

Gamze Elvan anî ziman ku ew di hefteya 1127emîn de jî li qadê têdikoşin û got: “Di vê hefteyê de em li ser dosyaya Kerbaronê ya ku biryara demborî hatiye dayîn, parve dikin. Di 29ê Cotmeha 1995an û 8ê Adara 1996an de gelek kes li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin li Tabûra Cendermeyan ya Kerborê dihatin girtin. Piştî demekî hin kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan lê ji Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî tu agahî nehat girtin. Rayêdaran ji xizmên kesên winda re gotin; ‘piştî lêpirsînê, me wan berda’. Piştî 4 mehan li ser bûyerê 6ê Adara 1996an de laşê Suleyman Seyhan ê bêserî û şewitandî di bîrekî de hate dîtin. Piştî dîtina Suleyman Seyhan du rojan çawişê pispor Bîlal Batirir ê ku di Tabûra Cendermeyan ya Kerborê de erkdar bû, winda bû.

‘Dadgeh tevî delîlan 18 kes beraet kir’

Di berdewama axaftina xwe de Gamze Elvan destnîşan kir ku daxwazen malbatan bêbersiv man û wiha pê de çû: “Piştî demekî ji bo lêpirsînan biryara ‘hewcehî bi lêpirsînê nîn e” hate danîn. Lê daxwaza malabatan encam girt. Bi serlêdana ÎHDa Colemergê û xebatên ÎHDa Mêrdînê di 29ê Gulana sala 2009an de doz dîsa hate vekirin. Paşê rastî derket holê ku kesên hatine binçavkirin hatine kuştin. Di navbera salên 2012 û 2015an de li gorî şahidên wê demê hestiyên kesên winda hate dîtin. Paşê Dozgerî ji bo Fermandar Hûrşît Îmren, Fermandarê Cendermeyan a Qerekola Kerboranê Mahmût Yilmaz, alîkarê fermandariya qerekolê Haydar Topçam û çawişên pispor û cerdewam jî di nav de 18 kesan re lêpirsîn da destpêkirin. Doz li Dadgeha Cezaya Bilind a 1an a Semsûrê hate dîtin. Agahiyên windakirina windayan di qeydên dadgehê de cih girt. Lê tevî delîlan, dadgehê di 4ê Tirmeha sala 2022yan de ji bo 18 kesan biryara beraetê da. Di sala 2026an de Dadgeha Bilind bi hinceta 30 sal tijê bûye dozê girt. Em li vir bang dikin ji bo Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî û ji bo tevahî windayan edaletê bixwazin.”

Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Etîket: 1127emîn çalakîdaxuyanîDayik-Mirovên ŞemiyêDoza KerboranêGamze Elvan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

KNK: Azadkirina Kobanê bûyereke siyasî, akademîk a dîrokî ye

31 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

25 COTMEH 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Entegrasyona YPJê: Em ê wek hêzeke xweser û taybet cih bigirin

20 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne