Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Burhan Adsiz ê ji sedî 95 astengdar e. Însiyatîfê diyar kir ku tevî Burhan Adsiz ji sedî 95 astengdar e jî, Saziya Tiba Edlî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimînê’ daye.
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 632an a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate vekirin. Girseyê diruşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê neweş Burhan Adsiz ku tevî rapora ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan û di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de ragirtî ye. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHDê yê Şaxa Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hat xwendin.
Omer Faruk Yazmaci bi lêv kir ku girtiyê nexweş Burhan Adsiz 46 salî ye û nexweşiyên wî yên giran ên weke Hepatît B, Hepatît D, nexweşiya sirozê ya gurçika reş û ji ber ku gurçika reş naxebite di zikê wî de av kom dibe û nexweşiyên wî yên weke fitiqa piştê û gelek nexweşiyên wî hene. Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Nexweşxaneya Zanîngehê rapora ji sedî 95 astengdar e daye Burhan Adsiz û wiha qal kir: “Nexweşxaneyê jî bi raporê diyar kir ku ew nikarê pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bike. Di van demên dawî de nexweşiyên wî jî giran bûne û divê demildest bi awayekî rêk û pêk tedawiya wî bê kirin. Lê tedawiya wî bi awayekî rêk û pêk nayê kirin û nêzî sal û nîvekî ye ku bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de ragirtiye. Saziya Tiba Edlî tevî rapora ji sedî 95 astengdar e jî di nirxandina meha hezîranê de rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne daye. Daxwaza me ew e ku Burhan Adsiz demildest bê berdan û tedawiya wî li derve bi rêk û pêk bê kirin.”














