Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat ku di 30yê Tîrmeha 2026an de ji bo ciwanan hat avakirin, li dijî polîtîkayen şerê teybet û hişbirê bi perwerdeyên çand, huner û ziman dest bi xebatên xwe kir. Endamê komeleyê Şahîn Akti bang li hemû ciwanên Wanê kir û wiha got: “Werin nasname û çanda xwe biparêzin.”
Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat di 30yê Tîrmeha 2026an de li Wanê bi armanca xebatên ciwanan û parastina nirxên civakî bi merasîmeke girseyî hatibû vekirin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ku li ser civak û bi taybetî li ser ciwanan tê birêvebirin, komele xwe bi dersên çand û hunerê bi rêxistin dike.
Endamê komeleyê Şahîn Akti behsa xebatên komeleyê kir û bang li ciwanan kir ku tev li bername û dersên komeleyê bibin.

‘Armanc parastina çand, huner û nasnameyê ye’
Şahîn Akti di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hewcehiya saziyên çand û hunerê û da zanîn ku şerekî qirej li ser civak û ciwanan tê birêvebirin. Şahîn Akti anî ziman ku ev şerê qirej bi taybetî li ser ciwanan tê birêvebirin û got: “Ciwan gelek dikevin di nava madeyên hişbirê û xebatên qirej de û çand, huner û nasnameya xwe ji bîr dikin. Armanca me jî ew e ku ciwan bên saziya Demhatê jîyanek nû ava bikin, çand, huner û nasnameya xwe biparêzin.”
‘Tevlibûna perwerdehiyê roj bi roj zêde dibe’
Şahîn Akti diyar kir ku komeleya Demhatê perwerdehiyên tembûr, wêne, şano û zimanê Kurdî dide û destnîşan kir ku eleqe û beşdariya ciwanên Wanê pir baş e. Şahîn Akti axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dibe ku ev xebatên me di demek nêz de berbiçav nebin, lê di demekî direj de ev perwerde dê pêş bikevin. Ciwan ev demek bû di astengiyê de bûn, niha ji wê astengiyê jî derketin û tên saziya Demhatê. Tevlîbuna jinên ciwan û civakê jî pir başe û tevlîbuna perwerdên me roj bi roj zêdetir dibe.”

‘Siberoja civakê ciwan in’
Şahîn Akti bal kişand ser windabûna ciwanên Wanê yên ji ber şerê taybet û wiha bang li ciwanên Wanê kir: “Ciwanên me divê werin saziya Demhat, nasnameya xwe nasbikin û tevlî xebatên Demhatê bibin. Civak bi pêşengiya ciwanan dînamîk e û dikare xwe bi rê ve bibe, heke çand û hunera Kurdî bê windakirin, ciwan jî namînin. Heke ciwan nemînin civak jî winda dibe. Daxwaza me ji ciwanan ev e ku werin saziya Demhatê û tevlî çand û hûnerê bin ku em bikaribin xwe bigehînin her ciwanekî Kurd.”



















