Ciwanên welatparêz ên Amedê, bi boneya salvegera 15ê Tebaxê li navçeyên Sûr û Peyasê bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin.
Li Amedê ciwanên welatparêz ji bo pîrozbahiya 15ê Tebaxê li navçeyên Sûr û Peyasê daketin qadan û bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin. Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Rêya şehîd rêya me PKK partiya me” û “Bijî 15ê Tebaxê” berz kirin.













