• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bibîranîn: Divê cihê goran werin eşkerekirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê girîng e

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Bîranîna Seyîd Riza: Divê biryara darvekirinê û cihê goran werin eşkerekirin

    Otomatik taslak

    YCK-KURD: Armanc azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk e

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Leyla Guven: Êdî em di qonaxekê de ne ku Komara Demokratîk ji nû ve bê avakirin

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

    Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

15 MIJDAR 2026 - 15:33
Kategorî: CIWAN, MANŞET, ROJANE
A A
Wan – YCK-KURD a Serhedê konferansa xwe ya yekêmîn li dar xist û destnişan kir ku armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêxistina civaka demokratîk e.

Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK – KURD) ya Serhedê, bi dirûşma “Dema serkeftinê ye” li eywana baroya Wanê konferansa herêma Serhedê li dar xist. Ciwanên ji bajarên herêma Serhedê hatine bi cil û bergên Kurdewar tev li konferansê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên demokratîk tev li konfarensê bûn. Ciwanên ku tev li konferansê bûn bi dirûşme û meşê derbasî eywana konferansê bûn û dirûşmên “Ciwan fedayî Rêber Apo ne” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di eywana ku konferans hatiye lidarxistin de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di cihê konferansê her wiha pankartên li ser “Bi ruhê bendava Çubukê, dema serkeftine ye”, “Jin jiyan azadî” û “Em komîn pêş bixin û azad bibin” dinîvisî hatin hilgirtin.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û azadiyê, dest pê kir. Pişre sinevîzyona li ser têkoşîn û rêxistina ciwanan hatibû amadekirin hat temaşekirin.

‘Em ê di hemû qadan de xwe rêxistin bikin’

Konferans bi axaftina endema YKC- KURDê Rojîn Atabey ve dest pê kir. Rojîn Atabey bal kişand li ser rêxistinkirin û komînbûyîna ciwanan û wiha got: “Dema Serokatî jî dest pê kir rêxistin jî tenê bû. Divê ciwan qet xwe tenê hîs nekin. Em ê xwe rêxistin bikin û bi hev re têbikoşin. Em ê bi zimanê xwe hebûna xwe bi parêzin. Parastin bi zimanê xwe, avakirina komînan ve çê bibe. Em ê bikevin hemû taxan û malan her kesî bixin di nav komîne. Em ê tiştên qirej ên weke tiryak û fihêşê ji nava xwe derxin. Em ê komînin xwe ava bikin. Ji bo kirinê heviya kesekî namînin. Pirgirêkên xwe em ê bi xwe çareser bikin. Em ê xwe ji hemû qirêjiyan bi parêzin.”

Nivîsa ji bo konferansê hatiye amedekirin ji hêla endama YCK-KURDê Asîme Zengînê ve hat xwendin.

‘Armanca sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û xwe rêxistinkirin e’

Asîme Zengîn destnîşankir ku armanca wan di serî de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Dem dema pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokratîk de avakirina civaka demokratîk e. Em weke tevgerên ciwanan divê bersiva vê pêvajoyê bidin. Dema ciwan bê rêxistin dimîne civak xerab dibe. Desthilat ji her alî ve tên li ser ciwanan. Divê li dijî vê yeke em xwe rêxistin bikin. Di her aliyan civakê de em ê xwe rêxistin bikin. Pêşenga civaka demokratîk ciwan in. Em ê li zaningehan liseyan, qadan û her derê pisgirêkên xwe çareser bikin. Yekîtiyeke ku ji bo pêvajoyê bibe bersiv divê bê avakirin. Xabetên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rêxistina civakê bimeşinîn.”

‘Ji bo nirxên tevgerê bijîn divê ciwan xwe rêxistin bikin’

Endema Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Kaçak jî anî ziman ku divê ciwan kêda tevgerê xwedî derkevin û ev tişt gotin: ” Kêda ciwanan sax be. Ji bo qedrê tevgerê bigirin divê ciwan xwe rêxistin bikin. Destkeftiyên xwe biparêzin. Daxwaza ciwana çi be em ê alikariya van bikin. Em dayikên şehîdan in. Ciwan rûmeta me ne. Ev ked kêda hezar şehîd û girtiya ye. Çi bikeve ser me em ê bi cih bînin.”

Konferans bi stranên Koma Aryen û gerandina govendan bi dawî bû.

Etîket: Asîme ZengînciwanHediye KaçakKonferansRojîn AtabeyYKC-KURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

Dijberên xwezayê dê çareseriyên avhewayê nîqaş bikin

9 MIJDAR 2026

Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

24 COTMEH 2026
‘Jineolojî dikare xencera koletiyê ji pişta jinan derxe’

‘Jineolojî dikare xencera koletiyê ji pişta jinan derxe’

21 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

13 COTMEH 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne