• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Celal Yildirim dîsa rakirin nexweşxaneyê

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    Mithat Sancar: Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne li pêş me sekiniye

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    TJA li Stenbolê bang kir: Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Îzmîrê daxuyaniya KHKê: Bêyî çareserkirina mexdûriyetan aştî ne pêkan e

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Li Kobanê 69 şehîd hatin bibîranîn

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

    Rojnameger Îsmaîl Ari hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jineolojî dikare xencera koletiyê ji pişta jinan derxe’

Omer Demîr / AW

21 COTMEH 2026 - 08:30
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya derbarê konferansa jineolojiyê de diyar kir ku jineolojî di xebata têkoşîna azadiyê de bi roleke girîng radibe û got: “Jineolojî ne tenê bi akademiyekê ve sînordar e. Jineolojî perspektîfa ku em jiyanê azad bikin, xwe nas bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin derdixe pêş. Jineolojî dikare xencera koletiya ji pişta jinan derxe û bi rêbaza zanîna xwe, çareseriyê ava bike.”

Li Ewropayê li bajarê Haelen ê Hollandayê di navbera 15-18ê Cotmehê de Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hat lidarxistin. Nêzî 150 delegeyên jin ên nasname û welatên wan cuda ne, beşdarî konferansê bûn. Konferans bi dirûşma “Di avakirina jiyana demokratîk de rola jineolojiyê ” dest pê kir û di rûniştinên cuda de mijarên bingehîn ên paradîgmaya azadiya jinê hatin nirxandin. Endama Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê Elîf Kaya derbarê konferansê de ji ajansa me re axivî.

‘Em ê xebatê hîn zêdetir rêxistin bikin’

Elîf Kaya diyar kir ku ev nêzî 12 sal in li Ewropayê xebatên jineolojiyê tên meşandin û got: “Me xwest xebata heyî li ser kîjan esasê tê meşandin, em çiqas serkeftî ne û li ku em kêm mane niqaş bikin û li ser vê bingehê perspektîfa dema nû derxînin holê. Ji bo vê yekê pêwîstiya konferansê hebû. Li Ewropayê cara ewil e ku me bi vî şêwazî konferansek li dar xist. Di konferansê de peyama herî girîng ew bû ku em ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin rojane dijîn, hîn zêdetir hewl bidin û pirsgirêkên jinên ku di dîasporayê de dijîn zêdetir werin rojevê. Li ser vê esasê rê û rêbazên çareseriyê bên pêşxistin. Em ê xebatê hîn zêdetir rêxistinkirî bikin. Ji niha û pê ve, jineolojî dê li ser esasê akademîbûnê li Ewropayê xebatên xwe kûrtir bike û bi gelek aliyan û derdoran re têkiliyên xwe pêş bixe. Hêza jinê dê were pênasekirin û were parastin. Ev jî bi rastî xebatek pir girîng e. Ji ber ku li cihekî wekî Ewropayê pirsgirêkên koçberiyê pirsgirêkên jinan jî hîn zêdetir kûr dikin. Li Almanyayê di nav salekê de 103 jin hatine qetilkirin; di nav wan de jinên Kurd jî hene. Ji bo ku krîzên ku di nava malbatê de tên jiyîn bên çareserkirin, pêşxistina rê û rêbazên çareseriyê pir girîng e. Zayendperestiyê jî tundiyê li ser jinê ferz kiriye. Ji bo vê yekê, guhertin û veguherîna malbatê û mêr jî wekî projeyeke sereke hat niqaşkirin û dê di pêşerojê de xebat li ser vê mijarê bên lidarxistin.”

‘Îro li 7 dewletan komîsyonên jineolojiyê hene’

Elîf Kaya diyar kir ku jinên ji Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava tev li konferansê bûn û wiha axivî: “Jinên ji Filistîn, Kolombiya û welatên din jî tev li konferansê bûn. Jinên Amerîkayî jî xwestin tev li konferansê bibin û di nava jineolojiyê de xebatê bimeşînin. Beşdarên ji 8 welatan tev li konferansê bûn. Komîsyonên jineolojiyê hene; îro li 7 dewletan komîsyonên jineolojiyê hene. Ev konferans ne wekî bangawaziyeke ji bo derve bû. Me tenê xwest ku bi komîteyên ku di nava jineolojiyê de xebatên xwe dimeşînin re niqaş bikin. Ji bo ku em bikaribin vê xebatê kûrtir bikin û perspektîfa pêşerojê bi hev re pêş bixin. Jinên ji zêdetirî 10 gelan li 7 welatan hatin û me li ser jineolojiyê nîqaş kir. Ev beşdarbûna piralî di yekîtiya jinan de jî portreyeke pir baş derxist holê. Jin dikarin ji tecrûbeyên hevdu hîn bibin û agahî, enformasyon û zanîna pêşketî bi hev re parve bikin.”

‘Jineolojî li ser mijara hêzê disekine û wê ronî dike’

Di berdewamiya axaftina xwe de Elîf Kaya diyar kir ku jineolojî wekî têgeh ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û axaftina wiha domand: “Bi rastî, bi peyama Rêber Apo em pir kelecan bûn. Ev peyam pêşeroja me ronî kir. Rêber Apo di peyama xwe de digot, ‘Ew xencera ku di pişta koletiya jinê de ye, jineolojî dikare derxe û li şûna wê bi rêbaza zanîna xwe çareseriyê ava bike.’ Jineolojî di xebata têkoşîna azadiyê de rolekî girîng dilîze. Jineolojî ne xebatek sînordar e û ne tenê bi akademiyekê ve sînordar e. Jineolojî perspektîfa ku em jiyanê azad bikin, xwe nas bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin e. Rêber Apo wisa pênase kir û ev girîng e. Ji bo ku jineolojî di pêşerojê de rola xwe bilîze, divê pirsgirêkên ku jin û hemû civak pê re rû bi rû dimînin lêkolîn bike û wan çareser bike. Rê û rêbazên çareseriyê pêş bixe û rolekî wisa bilîze. Rêber Apo jî di peyama xwe de anî ser ziman ku jin ji hêza xwe hatiye dûrxistin û hêza xwe nas nake. Rola jineolojiyê ya herî sereke ew e ku pirsgirêkên jinan ên ji ber dûrxistina ji hêza xwe re rû bi rû dimînin çareser bike. Em dikarin bi nêrîn û zanîna xwe di vê merheleyê de gav bavêjin û azadiyê pêş bixin. Wekî Rêber Apo gotibû, ‘Jin di dema xwedawendan de çiqas serbilind û bi hêz bû, paşê çawa ji vê hêza xwe hat dûrxistin’, divê ev bi merheleyên cuda bên ronîkirin da ku jin careke din bigihîje hêza xwe. Rol û mîsyona jineolojiyê ya herî girîng li ser mijara hêzê disekine û wê ronî dike. Em hewl bidin ku zayendperestiya ku jinê dike kole û mêr serdest dike, û pirsgirêkên rojane yên ku em ji ber vê yekê pê re rû bi rû dimînin, çareser bikin. Têkiliyên di navbera jin û mêr de, di navbera kes û civakê de û di navbera mirov û xwezayê de, em dikarin li ser esasê hevsengî û azadiyê hîn baştir pêş bixin. Rol û mîsyona ku jineolojî bilîze girîng e û Rêber Apo jî bal kişand ser vê mijarê.”

‘Jin di jiyaneke azad, wekhev û birûmet de dikarin derfetên jiyanê bibînin’

Elîf Kaya di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku li cihên ku desthilatdarî, metingerî û şer hene, di serî de jin tên çewisandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema şer û koçberiyê de herî zêde jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Divê aşitî pêşî di navbera jin û mêr de were pêşxistin. Divê newekhevî ji holê bê rakirin û jin di vê pêvajoyê de baştir rol bilîzin. Jin di jiyaneke azad, wekhev û birûmet de dikarin derfetên jiyanê bibînin. Ev têkoşînê bilind dike û hîn zêdetir pêş dixe. Li cihên ku şer tune ye, derfeta jiyanê heye. Lê ji bo ku derfetên jiyanê bên afirandin, divê em xwe hîn zêdetir rêxistin bikin û têkoşînê bidin da ku encamên hîn baştir bi dest bixin.”

Etîket: Akademiya JineolojiyêAzadiçareserîElîf kayaHêzKonferansxencera koletiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

Serdanên taxan ên Dem Partiyê û Şaredariya Tûşbayê didomin

19 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
‎Nagihan Akarsel li gelek navendan hat bibîranîn

‎Nagihan Akarsel li gelek navendan hat bibîranîn

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li stada Amedê kes nikare wê têk bibe 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne