Di hejmara 9emîn a Kovara Ozgur Halkê de, ji nivîskarên kovarê Muzaffer Ayata bi gotara xwe ya bi sernavê “Hevsengiyên Hêzên Herêmî û Bandora Wan a li ser Rojhilata Navîn” geşedanên siyasî yên dawî, hevsengiyên hêzê û paşeroja herêmê bi kûrahî dinirxîne. Ayata diyar dike ku krîza heyî ya li Rojhilata Navîn encama rasterast a siyaseta hêzên herêmî û navneteweyî ye ku hewl didin serdestiya xwe biparêzin.
Nivîskar Muzaffer Ayata, hevsengiyên siyasî û aloziya li herêmê ji bo Kovara Ozgur Halkê nirxand. Ayata di gotara xwe de balê dikişîne ser guherînên stratejîk û destnîşan dike ku li dijî planên hêzên hegemonîk, yekane rêya rizgariya gelan, pêşxistina projeya çareseriya demokratîk û xweser e.
‘Şerê desthilatdariyê aloziyê kûr dike’
Ayata di nivîsa xwe de van nirxandinan dike: “Aloziya ku di rojeva Rojhilata Navîn de ye ne tasaduf e; encama rasterast a nakokî û pevçûnên di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de ye. Sîstema hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî herêmê di nav nearamiyeke domdar de dihêle. Dema ku hêzên herêmî li ser hesabên desthilatdariyê tevdigerin, krîz kûrtir dibe û gel zirarê dibînin.”
‘Pêwîstiya herêmê bi xeta çareseriya demokratîk heye’
Li ser mijarê Ayata destnîşan dike ku polîtîkayên heyî nikarin bibin bersiv ji aloziyan re û tîne ziman ku divê di her qadê de modela modernîteya demokratîk wekî alternatîfekê derkeve pêş. Muzaffer Ayata wiha didomîne: “Çareseriyên ku li ser bingeha netewe-dewletê têne sepandin, şer û pevçûnan kûr dikin. Li dijî van polîtîkayan, pêşxistina yekîtiya demokratîk a gelan û naskirina mafên hemû nasnameyan yekane rêya avakirina aştiyê ye.”
‘Têkoşîna rêxistinkirî dê destwerdanan vala derxîne’
Di gotarê de cihê dînamîkên civakî û îradeya gelan di guherandina siyasetê de bi taybetî tê destnîşankirin. Ayata diyar dike ku têkoşîna rêxistinkirî dê destwerdanên derve vala derxîne û wiha dibêje: “Hêza ku dê paşeroja herêmê diyar bike, ne planên hêzên hegemonîk, îradeya rêxistinkirî ya gelan e. Dema ku gelên herêmê li dor nirxên hevpar û azadîxwaz bibe yek, dê tu hêz nekaribe paşeroja wan dîl bigire.”
‘Kûrbûna stratejîk mercê serkeftinê ye’
Muzaffer Ayata rewşa siyasî û erkeyên serdemê jî dinirxîne û balê dikişîne ser girîngiya helwesta biryardar. Ayata destnîşan dike ku serkeftin bi kûrbûna siyasî û hişmendiya stratejîk pêkan e û wiha dibêje: “Ji bo ku em ji van aloziyan bi serkeftî derkevin, divê em di sekna xwe ya siyasî û rêxistinî de gavên xurt biavêjin. Pêşeroja adil encama têkoşîna zindî û hevgirtina gelan e.”
‘Pêşeroja herêmê bi yekîtiya demokratîk tê diyarkirin’
Di dawiya gotara xwe de Muzaffer Ayata banga bilindkirina têkoşînê û yekîtiyê dike. Ayata nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî dike: “Rihê serdemê ji me daxwaz dike ku em li dijî siyasetên parçeker, modela jiyana hevpar û demokratîk mezin bikin. Yekbûna gelan dê aştiya domdar bîne. Niha dem dema wê ye ku em bi îradeyeke serbixwe paşeroja herêmê ji nû ve ava bikin.”













