• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

Daristan Pala / AW

6 COTMEH 2026 - 09:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan– Endamê Sekreteryaya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Omer Şaybak, li ser guherînên li Rojhilata Navîn û rola yekîtiya Kurdan anî ziman ku nexşerêyeke nû li herêmê tê xêzkirin û got: “Di dîrokê de tu miletê ku yekîtiya xwe ava nekiriye, nebûye xwedî statu. Îro ji bo me yekîtî wekî nan, av û şertê îmanê ferz e.”

Li Rojhilata Navîn piştî hilweşîna Rejîma Baasê ya Esed li Sûriyeyê, pêvajoyeke nû dest pê kir û geşedandên gelek girîng diqewimin. Helbet di nava van geşedanan de jî Kurdistan hem weke erdnîgarî hem jî weke siyaset cîhekî girîng digire û bi hemû dezavantajan jî Kurd li ser maseyê ne. Di van rojên dîrokî de mijara herî zêde tê nîqaşkirin jî yekitiya neteweyî ya Kurdan e. Sed sal zêdetir e Kurd parçebûyî ne û yekitiyeke neteweyî nekarîne ava bikin. Li gel geşedanên metirsîdar û girîng xelasbûn yekitî jî be bi awayeke şênber nayê pêkanîn, alî tenê bi daxuyaniyan sînordar dimînin.

Endamê Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Omer Şaybak ji bo ajansa me geşedanên lezgîn ên li Rojhilata Navîn, aloziya li herêmê û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd nirxand.

‘Li Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê dike’

Omer Şaybak da zanîn ku bi dînamîkên nû, veguhertinên li herêmê ve pêvajoyeke nû li pêş e û wiha got: “Di sedsala nû de qonaxeke nû li Rojhilata Navîn dest pê dike. Bûyer bi lezeke wisa diguherin ku kesî pêşbînî nedikir û guherînên kûr rû didin. Dibe ku sînorên gelek dewletan ji nû ve bên diyarkirin û nexşeyeke nû li Rojhilata Navîn bê avakirin. Di vê rewşê de ji bo Kurdan û tevahiya gelên bindest derfetên dîrokî derdikevin holê. Heke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, dê karibin li ser vê maseyê bibin xwedî biryar û cihê xwe bigirin.”

‘Nexweşî nebûna statuyê ye, derman jî yekitî ye’

Omer Şaybak bal kişand ser berdêlên giran ên ku gelê Kurd dane û pêwîstiya misogerkirina statuyê û ev yek got: “Gelê Kurd tevî hemû berdêlên giran ên di sedsala dawî de dane, heta îro têkoşîna xwe domandiye. Nêrîn, bîrdozî û baweriya wî çi dibe bila bibe, îro her Kurdek sedema bingehîn a pirsgirêkan dizane. Nexweşiya me nebûna statuyê ye, dermanê vê nexweşiyê jî yekitî ye. Heta ku yekitî çênebe statu pêk nayê, heta statu nebe mirov nikare di asta navneteweyî de maf û daxwazên xwe bide qebûlkirin.”

‘Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwana hemû pêkhateyan e’

Derbarê armanc û pêkhateya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de Omer Şaybak çend agahî parve kirin û wiha pê de çû: “Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiya dîrokî, me sîwaneke wisa ava kir ku hemû nêrînên siyasî, bawerî û partiyan, di bin banê xwe de kom bike. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji 301 kesan pêk tê. Ji sedî 60ê delegeyan kesên serbixwe ne û ji sedî 40 jî ji nûnerên sazî û partiyên siyasî pêk tên. Mebesta me ew e ku li ser vê xakê jiyaneke wekhev û di nava aştiyê de were avakirin û rê li ber rijandina xwînê were girtin.”

‘Ji bo statuyê yekitî pêwîstiyeke jêneveger e’

Di dawiya axaftina xwe de Omer Şaybak polîtîkayên desthilatdaran û astengiyên li hemberî yekîtiyê rexne kir û wiha derbirî: “Hêzên serdest ji bo ku gelên bindest nebin yek û nebin xwedî vîn û statu, bi her awayî hewl didin perçebûnê kûr bikin. Carinan bi derfetên maddî, carinan bi pêşkêşkirina meqaman û carinan jî bi zext, gef û girtinan rê li ber yekîtiyê digirin. Dewlet mafê tu kesî bixweber nadin, divê mirov hêza xwe ya rêxistinkirî ava bike. Ji ber vê yekê, yekîtî ji bo hemû Kurdan wekî nan û avê, wekî pêwîstiyeke jiyanî ye. Banga me ji bo tevahiya alîgirên aştî û azadiyê ew e ku li vê înîsiyatîfê xwedî derkevin û tê de cih bigirin.”

Etîket: înîsiyatîfKurdOmer ŞaybakRojhilata NavînYekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne